Piraniya Kurdên Stenbolê hejar in: ‘Em bi zorê xwe xwedî dikin’

Ji ber krîza aborî û bihayên zêde debara Kurdên ku li Stenbolê dijîn her diçe zehmettir dibe.

11.08.2023, Cum - 11:17

Piraniya Kurdên Stenbolê hejar in: ‘Em bi zorê xwe xwedî dikin’
Nuçe Belav bike

Piraniya Kurdên Stenbolê li cihên herî hejar ên bajêr ên wekî Taxa Tarlabaşiyê ya Beyogluyê dijîn.

Kurd bi piranî di karên giran yên wekî înşeat, tekstîl, febrîqe, seyarfiroşiya li kûçe û kolanan de dixebitin û hewl didin debara xwe dikin.

Tîma Rûdawê, li Stenbolê berê xwe da Tarlabaşiya ku yek ji semtên herî hêjar e.

Kurdên Tarlabaşiyê ji kirêyên zêde bi gazin in

Kurdên taxê ji enflasyona zêde û kirêyên zêde bi gilî û gazin in. Dayikên Kurd dibêjin, zarokên wan ên biçûk demsala havînê li şûna ku betlaneyê bikin li înşeat û tekstîlan dixebitin.

Ev zarok herwiha li kûçeyan karên curbicur dikin daku alîkariyê bidin malbatên xwe.

Cemal Dayarê 48 salî ji navçeya Qosera Mêrdînê ye û ev 10 sal in ku li tax, kûçe û kolanên Stenbolê bi erebeya xwe ya seyar digere û bi birincfiroşiyê debara malbata xwe ya 5 kesî dike.

Cemal ev 20 sal in ku ji ber şertên aboriyê berê xwe daye Stenbolê.

Niha kirêya mala wî bûye 8 hezar lîre lê dahata wî ya mehane encex 12 hezar lire ye.

“Ji ber bihabûnê em nikarin debara xwe bikin”

Birincfiroşê seyar Cemal Dayar got:

“Ji derdê vê zem û bihabûnê em nikarin debara xwe bikin. Her tişt biha bûye.

Me berê birinc bi yek lireyî dide, niha em bi 10-15 lireyan didin lê em dîsa jî zereê dikin. Wê deme kara me zêdetir bû. Debar gelekî zor bûye. Kirêya me giran bûye. Em nizanin heqê kirêya xwe bidin an debara kufletê xwe bikin.”

Salih Sezginê ku li bazara sebzeyan sebzefiroşiyê dike di nava hefteyê de 2 rojan jî li parka nêzî mala xwe li ser rê sebze difroşe.

Ew jî ji ber biha û mesrefên zêde û ji ber bihayê mazot û neqliyatê bi gilî û gazin e.

“Ji bo zengînan jiyan xweş e”

Sebzefiroşê seyar Salih Sezgin jî anî ziman ku ew nikare dikaneke xwe veke û got:

“Ji bo feqîran niha debar pir zor bûye lê ji bo zengînan jiyan xweş e. Ji bo xelkê vê taxê debar zor e.

Ger derfet hebûya min ji xwe re dikanek vekira dê baş bûya lê ez li derve li ser rê sebzeyan difroşim.”

Ji ber krîza aborî û bihayên zêde, jiyan û debara Kurdên Stenbolê ku piraniya wan li navçe, tax, semt û kolanên herî hêjar û feqîr ên bajêr dijîn her ku diçe zehmettir dibe.

“Em bi zorê xwe xwedî dikin”

Dayika Kurd Sultan Demirelê jî got, “Wele debar pir zor e. Zarokên min ji sere sibê heta êvarê dixebitin lê encex serê mirovî 4-5 hezar lire qezenc dikin. Em bi zorê xwe xwedî dikin”

Dayika Kurd Xezal Dicleyê jî diyar kir ku debar pir zor bûye û got:

“Kirê gelek giran bûye. Yanî em perişan bûne. Ger kar hebe dîsa debar tê kirin lê niha kar jî tune.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x