Piştî 4 bûyerên şewitandina dexilûdan, dirûna dexil li deverê hat sînordar kirin

Hêzên ewlehiyê li qeza Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê, dema dirûna dexilûdan a cotkarên devera qezayê sînordar kirin û cotkarekî jî vê derbarê de hin zanyarî aşkera kiri

28.05.2022, Cts - 10:49

Piştî 4 bûyerên şewitandina dexilûdan, dirûna dexil li deverê hat sînordar kirin
Nuçe Belav bike

Îro 28.05.2022yê cotkarekî kurd ê xelkê gundê Ferîq a kurdan li navçeya Heftexarî ya ser bi qeza Daqûqê Xalîd Mehmûd ji BasNewsê re ragehand, piştî tomar kirina çend bûyerên şewata dexilûdanê hemwelatiyên sînorê Daqûqê, bi taybet bi şev! Hêzên ewlehiyê cotkarên navçeyê agahdar kirin ku êdî bi ti awayekî nikarin dexilûdan bi şev bidûrin û li gor wan dibêjin ji bo bi şev di dema dirûnê de tiştên nayên xwestin pêkneyên.

Herwaha got: ‘’Dema dirûnê hatiye diyar kirin, ango cotkar dikarin demjimêr 6ê sibehê heta êvari bi roj û bi amadebûna hêzên ewlehiyê ve dirûnê bikin. Derveyî wê rê ji cotkaran re nayê dayîn dirûnê bikin.’’

Îsal 4 bûyerên şewata dexilûdanê cotkarên sînorê Daqûqê pêkhatin û ji ber wê jî bi dehan donim genim şewitî.

Du salên borî de erebên hawirde gelek cîhên parêzgeha Kerkûkê dexilûdanê cotkarên kurd şewitandin.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 560 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:10:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x