Pîre: Cenazeyê Mam Celal roja înê ji Almanyayê tînin Kurdistanê

Cenazeyê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Mam Celal Talebanî ku duhî li nexweşxaneyeke Almanyayê jiyana xwe ji dest dabû roja înê tînin Kurdistanê.

04.10.2017, Çar - 10:26

Pîre: Cenazeyê Mam Celal roja înê ji Almanyayê tînin Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Mam Celal Talebanî Sekreterê Giştî yê YNKê û serokomarê 6emîn ê Iraqê bû. Talebanî demek berê ji ber nexweşiyê çûbû Almanyayê û duhî jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Mam Celal roja înê ji Almanyayê tînin Herêma Kurdistanê.

Nûnerê YNKê Seidî Ehmed Pîrê li Silêmaniyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: "Em ê roja înê cenazeye Mam Celal Talebanî ji Almanyayê bînin Silêmaniyê."

Pîre di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo Mam Celal em ê konê sersaxiyê li Silêmaniyê vekin, li Kerkûk, Hewlêr û bajarên din ê Kurdistanê jî dê merasîmên sersaxiyê werin sazkirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1391 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:13:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x