Projeya ava vexwarinê ji bo du gundan tê bicîhanîn

Rêxistineke biyanî li sînorê îdareya Raperînê projeya rakêşana avê ji bo du gundên sînorê Raperînê bicîhtîne û pirsgirêka elektrîka çend bîrên avê jî çareser dike.

07.06.2022, Sal - 07:44

Projeya ava vexwarinê ji bo du gundan tê bicîhanîn
Nuçe Belav bike

Berpirsê ragehandina ava Raperînê Ebdulkerîm Mehmûd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li ser budceya rêxistina GIZ ya Almanî, naha kar li ser projeya rakêşana tora ava vexwarinê bi dirêjiya 700 metreyan bo herdu gundên Tîtoke û Hencîre ya nêzîkî bajarê Ranya ne tê pêkanîn.’’

Herwaha got: ‘’Projeya veguhestina avê bo herdu gundan bi rêya danîna pompeyên avê pêktê û bi wî awayî pirsgirêka temamê malên wan herdu gundan çareser dibe.’’

Berpirsê ragehandina ava Raperînê diyar kir: ‘’Rêxistina GIZ karê rakêşana elektrîka berdewam bo du bîrên ava vexwarinê li nahyeya Jarawa ya qeza Pişderê cîhbicîh dike. Herwaha 40 stûnên elektrîkê û transekî 11 KV datînin û bi wî rengî wê pirsgirêkê çareser dikin.’’

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 548 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:22:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x