PSK: Mamoste Îsmaîl Ne Bi Tenê Ye

Di rojên dawiyê da medya û derûdorên PKK êrîşekê tund bo ser Mamoste Îsmaîl dikin.

27.12.2020, Paz - 10:33

PSK: Mamoste Îsmaîl Ne Bi Tenê Ye
Nuçe Belav bike

Dema ku bahs kirina pirsa Kurd qedexe bû û yên ku bahs dikirin diketin ber êrîşa tund û dihatin girtin û kuştin, dema ronakbîr û akademîsyen li ber îdeolojiya fermî qirnoş dibûn,Mamoste Îsmaîl, guhê xwe nedaye metîrsî û gefên hanê û behsa pirsa Kurd kir û nişan dan ku bi rastî ronakbîr e û padaşa vê halwestê xwe jî daye. Îsmaîl Beşîkçî, ku ketiye ber êrîşa derûdorên PKK, ronakbîrekê bi vî awayî ye.

Yên ku êrîşê Mamoste Îsmaîl dikin, çavên xwe bo ked û cangoriya wî digrin.

Tawana Mamoste Beşîkçî jî ev e, ku rexne li siyaseta PKK a, ku dibêjê “dewlet bo Kurdan ne pêwîst e” û Tîrkiyeçitiyê digre. Mamoste Îsmaîl her usa siyaseta PKK a derheqa Kurdistana Başur bi taybetî a Şengalê di xizmeta doza kurd da nabine.

Dema, ku Mamoste Îsmaîl piştgirîya PKK dikir, PKK pesna wî dida û wî wekî nimuneyê ronakbîrî nişan dida.

PKK divê nankor nebe, êrîşê li ser Mamoste Îsmaîl rawestine û çawa qedrê ronakbîrên netewîyên dinê digre, her usa rêz û îhtîramê li Mamoste Beşîk çî jî nişan bide.

Ger Mamoste Îsmaîl bikeve êrîşekê cîsmanî, PKK dibe yekek ji berpirsên serekî a êrîşa hanê. PKK nankor be jî gelê Kurd ne nonkor e û tu qencîyê ji bîr nake.

Divê herçi zûtir êrîşên li ser Mamoste Îsmaîl bêne rawestandinê.

Em bi tundî êrîşên hane mehkum dikin.

Mamoste Îsmaîl ne bi tenê ye!

27ê Sermavez 2020

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Ofîsa Ragihandinê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 712 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:13:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x