Rewşa tenduristiya Selahedîn Demîrtaş xerab e

Xwîşka Selahedîn Demîrtaş, ragihand ku birayê wê li girtîgehê bo demeke dirêj ji ber ku bêhn wernegirtiye, ji ser hişên xwe çûye û lê tevî wê yekê jî ji bo enxweşxaneyê nehatiye veguhastin û metirsî li ser jiyana wî heye.

02.12.2019, Pts - 11:54

Rewşa tenduristiya Selahedîn Demîrtaş xerab e
Nuçe Belav bike

Aygul Demîrtaş, xwîşka Selahedîn Demîrtaş derbarê rewşa tenduristiya birayê xwe de li ser Twîtterê daxuyaniyek belav kir.

Aygul Demîrtaş ku di heman demê de parêzera wî ye, ragihand ku birayê wê Selahedîn Demîrtaş roja 26ê Mijdarê, derdora demjimêr 05.30an ji er sedemên bêhntengbûn û wernegirtina henaseyê, ji ser hişên xwe çûye û demeke dirêj bi wî awayî maye.

Xwîşk û parêzera Demîrtaş ragihand ku yekem midaxele ji aliyê Abdullah Zeydan ve hatiye kirin û got, “Piştre ambulans hatiye xwestin û tenê EKG hatiye kirin.” Aygul Demîrtaş diyar kir, pîzişkê nexweşxaneyê jî daxwaz kiriye ku Demîrtaş bo beşên kardîyolojî, norolojî û gastroenterelojiyê bên veguhastin û gotiye ku wan jî daxwaza rakirina wî bo nexweşxaneyê kirine û dibêje, “Lê tevî ku 7 roj jî derbas bûne ji bo nexweşxaneyê nehatiye veguhastin. Tevî vê nexweşiya metirsîdar jî, ranekirina wî bo nexweşxaneyê tê wateya ku jiyana wî di bin rîskê de tê hiştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1210 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x