Rizgarbûyekî erdhejê yê 5 salî bi tenê li Hollandayê hat dîtin

Zarokekî 5 salî yê hemwelatiyê Tirkiyê, ku dibêje ew mexdûrê erdhejê ye, li Hollandayê bi tenê hat dîtin. Zarokê ku tenê bi Tirkî diaxivî û derbarê çawaniya çûna wî ya Hollandayê de agahî nehatiye zanîn, şandin şandin stargeha bo zarokan.

24.05.2023, Çar - 12:17

Rizgarbûyekî erdhejê yê 5 salî bi tenê li Hollandayê hat dîtin
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya BBCê, zarokê 5 salî ku gotibû ew mexdûrê erdhejê ye, li bajarê Maastricht ê li başûrê Hollandayê bi tena serê xwe hat dîtin.

Zarokê ku bi Hollandî jî nizane, derbarê ka çawa çûye wî welatî tê lêkolînkirin.

Polîsê Maastrichtê li ser hesabê xwe yê Înstagramê, derbarê wî zarokî de bi sernavê "Li bajarê mezin bi tenê" daxuyaniyek da û tê de dibêje zarokekî 5 salî bi tena serê xwe li navenda bajêr digeriya hatiye dîtin.

Polîsan piştî li dukanekê ji wî zarokî re şekrok kirrîn, ew birin rêveberiya ewlehiyê.

Wî zarokî diyar kiriye ku ew ji Tirkiyê çûye Hollandayê û dê û bavê wî li Tirkiyê mane û di erdheja 6ê Sibatê de herdu jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku ew zarok bo navendeke xizmetên civakî hatiye radestkirin.

Ji aliyê din ve ti agahî nehatiye bidestxistin ku ka ew zarokê 5 salî çawa çûye Hollandayê. Hat zanîn ku rayedarên Hollandî li ser vê mijarê lêkolînê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:23:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x