Serok Barzanî roja jinan a cîhanî li jinan pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta roja cîhanî ya jinan ku, dikeve 8ê Adarê de daxuyaniyek belav kir.

08.03.2017, Çar - 09:21

Serok Barzanî roja jinan a cîhanî li jinan pîroz kir
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya xwe de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ew roj li jinên li Kurdistan û cîhanê pîroz kir û ragehand ku, rola jinan li dirustkirina dîrok û palpiştîkirina şoreş û pêgihandina zarok û gedeyên qehreman cihê şanaziyêye

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Ji bo helkefta 8 Adarê roja cîhanî ya jinan pîrozbahiyên xwe pêşkêşî jinên Kurdistanê û hemû cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li dayikên şehîd û jin û keçên şehîdên serbilind dikim ku ezîzên xwe pêşkêşî gel û niştiman kirine. Pîrozbahiyê li wan jinên têkoşer dikim ku rola wan li berev pêşveçûna doza jinên Kurdistanê da hebûye.

Rola jinan li dirustkirina dîrok û palpiştîkirina şoreş û pêgihandina zarok û gedeyên qehreman cihê şanaziyêye. Ew qurbanî û êşa jinên Kurdistanê li xebata gelê xwe da dîtiye ji yê zilaman zêdetire.

Ji bo wê yekê erkê Hikûmet û civak û hemû take kesekiye qedir û pêzanînên xwe ji bo rol û qurbanîdana jinan hebê û bi tu awayekî nebîne berbest li ber maf û daxwaziyên wan. Pêwîste rê li binpêkirina bextewerî û mafên wan bê girtin û dawiya bi cûdakariya regezî û tundutîjiya bi hemû awayeke li dijî jinan bê. Hêviya bextewerî û jiyanekî bextewer ji bo jinên Kurdistanê dixwazim.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1813 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:53:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x