Seroka RT Bankê ya Kurd 3 salan li ser hev 'Xelata Şanaziyê ya Ereban' wergirt

Seroka Encûmena Cîbicîkar a RT Bank Dr. Hemîle Ebdulsitar Gerdî îro Sêşemê li Dubeyê`Xelata Şanaziyê ya Ereban`wergirt.

14.12.2022, Çar - 06:16

Seroka RT Bankê ya Kurd 3 salan li ser hev 'Xelata Şanaziyê ya Ereban' wergirt
Nuçe Belav bike

Ev jina Kurd ev sê sal in ku ji ber serkeftin û pisporiya xwe vê xelatê distîne.

Dr. Hemîle Ebdulsitar Gerdî li Dubeyê Rûdawê re axivî û got “Ez weke kesekî navdar di sektora bankî ya Iraqê de, di warê îdarî, aborî û rêveberiya bankî de, vê xelatê werdigirim. Ev xelat gelekî girîng e. Ez jineke Kurd im ku `Xelata Şanaziyê ya Ereban` werdigirim.”

Gerdî piştî wergirtina xelatê bo cara sêyem li pey hev, wiha got “Ez wek jineke kurd bi wergirtina vê xelatê şanaz im ji ber ku ew hêvî û daxwazeke mezin e ku ez dikarim ji bo neteweya me û kurdayetiyê pêk bînim.”

Ev xelat dê bandorek mezin li ser RT Bankê bike. Banka Navendî ya Iraqê agahdar e ku min ev xelat wergirtiye û ew jî gelek kêfxweş in. RT Bank bankek girîng e ku baweriya gel bi dest xistiye. Ev jî karekî girîng e, divê em projeyan zêde bikin. Hewldanên me li ser dîjîtalkirina banka me û online bankê sekinîn. Projeya me pir mezin e.

Ev bername niha di meriyetê de ye û em hêvîdar in di demek nêzîk de ji bo hemû dezgehên hikûmî were pêşkêş kirin. Ev yek ji pêşîneyên serokwezîr e, ku girîngiyê dide sektora bankê.”

Xelata Şanaziyê ya Ereban li Dubeyê bi hevkariya Îmaratê û Amerîkayê tê dayîn. Xelat xelateke taybet e ku di warê aborî û civakî de ji kesayetên herî bibandor re tê dayîn.

RT Bank di tîrmeha 2001ê de dest bi karê xwe kir wek bankek serbixwe û xwecihî ku di serî de xizmeta Herêma Kurdistanê dike.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:26:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x