Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Em bi koça dawîya birêz diktor Roj Nûrî Şaweys gelekî xemgînin

Em bi xemgînî agahdar bûne ku endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) diktor Roj Nûrî Şaweys, ji ber nexweşîyeke xwe  koça dawîyê kirîye.

15.02.2021, Pts - 10:25

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Em bi koça dawîya birêz diktor Roj Nûrî Şaweys gelekî xemgînin
Nuçe Belav bike

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Diktor Roj Nûrî Şaweys bi dehan salan wek pêşmerge, wek kadroyekî sîyasî, wek rêveber, kedkarekî pêşeng ê doza azadîya Kurdistanê bû.

Birêz Diktor Roj Nûrî Şaweys Serokatîya Parlamentoya Kurdistanê , Serokwezîrîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û di sala 2004ê de jî Cîhgirê Serokwezîrîya Dewleta Iraqê kiribû.

Birêz Diktor Roj Nûrî Şaweys di nava PDKyê de jî gelek wazîfeyên cuda hilgirtibû.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be. Sersaxîyê ji malbata xwedê jê razî re, ji Birêz Serok Mesûd Barzanî û ji hemû rêveber û endamên PDKyê re dixwazim. Serê gelê Kurdistanê sax be.

15.02.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 661 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:12:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x