Şîara me ya 1ê Gulanê: Kar, Tendirustî, Demokrasî, Azadî

Cîhan pêşwaziya 1ê Gulanê di rewşa pandemiya Covîd 19 da dike.

30.04.2021, Cum - 12:53

Şîara me ya 1ê Gulanê: Kar, Tendirustî, Demokrasî, Azadî
Nuçe Belav bike

Ji niha da hejmara kesên ku canê xwe ji pandemiya coronayê dane ji sê milyonan boriye, kesên tuşbuyî gehiştine 150 milyon kesan.

Her weha pandemiya coronayê bûye sedemê pirsgirêkên aborî, civakî û nexweşiya deruniyê bê wêne. Ji despêka pendemiyê heta niha çalakiyên aborî gehiştine asta rawestanê. Bi milyonan kes bê kar mane, dahata bi qasî wan jî kêm bûne.

Rastiyek heye ku pandemiyê herî zêde bandor li kedkar û hejaran kiriye. Pêvajoya pandemiyê neyeksaniya çînayetî kurtir kir. Dewlemend dewlemendtir bû, bi milyaran insanan xizan bûn; bêkar man û dahata wan kêm bû.

Bê guman encamên pandemiyê li Kurdistan û Tirkiyê xirabtir bûn.

Pandemiyê, ji bo kesên bê deramet, bo kesên ku bi heqdestê xwe yê rojane debara xwe dikin û esnafên biçûk bû xof û xeterek mezin li ser jiyana wan. Ew ji aliyekê ve ku li ser piyan bimînin rû bi rûyê vîrusê dibûn, ji ali yê dî ve ku karê xwe ji dest nedin û birsî nebin liber xwe didan, ketin nava du bijardeyan mirinê: mirin ji birsan an jî mirin ji nexweşıya Coronayê.

Heyema pandemiyê, li Tirkiyê bêkarî û hejarî ya heyî zêdetir bû. Tirsa bêkariyê, xizanî û paşrojê gefek mezintir li ser xort û jinan dirust dike. Li Tirkiyê hejmara bêkaran ji 20 milyonan boriye. Deshilata Tirkiyê harîkariyek berçav bo wan kesên, ku ji kar û barê xwe bûne, yên ji kar hatine dûrxistin û esnafên, ku deriyê dikanên xwe dadane nekiriye. Bi gotinek zelal rêjeyek mezin ya civakê hem ji karê xwe bûn hem jî tendirustiya wan têk çû..

Ji ber van sedeman bûyerên xwekujiyê roj bi roj zêde dibin, qeyrana civakî herku diçe kurtir dibe.

Li Kurdistanê piştî pandemiyê qeyrana sosyalî û mirovî zêdetir bû. Di encama şerê 2015ê despêkirî da, ji 100 hezaran zêdetir esnafan dikanên xwe girtine, bi milyonan insan jî mane bê kar û xizan bûne. Bi sed hezaran xwendekarên Kurd ji ber hêjarî û nebûna xizmetguzariya internetê nikarine beşdarê perwerdeya bı rêka onlinê bibin.

Kiryarên şoven û otorîter yên vê deshilatê, li seranserê Tirkiyê paşmayiyên demokrasiyê ji holê rakiriye. Kurdistan wek her car bûye qada operasyonên leşkerî û şer.

Di van şert û mercan de li Tirkiyê û Kurdistanê pirsgirêkên kar, tendirustî, demokrasî û azadiyê ji hev nayên cuda kirinê. Li ber gelê Kurd, beşa civakê ya xizan, bêkarên ku hejmara wan digehe milyonan, xortên, ku hêviya xwe ya paşrojê wunda kirine, jinên, ku her roj têne kuştin, rewşenbîrên ku daxwaza demokrasî, aştî û azadiyê dikin rêyek heye:

Di 1ê Gulana îsal da hêza xwe bikin yek, ji bo kar, demokrasî û azadiyê dengê xwe bilindtir bikin.

Pandemiyê rastiyek dî jî nîşan daye: Paşroja mirovahiyê yek e û hevpar e.

Di vê çarçoveyê da hewceyî bi têgehiştinek nû ya mirovahî û paşrojê heye.

Ji bo vê, divê têgehek nû ya hawirdorê bê pêşxistin, di civakê da wekheviyê bê pêkhanîn, çavsoriya mifa bê ragirtin, sîstemeka federalî ku têda hemu reng û dengên civaki bi hevra bijîn li ser asta cîhanê bê avakirinê.

30.042021

Bijî 1ê Gulan!

Bijî Têkoşana me ya Azadî û Demokrasiyê!

Partiya Sosyalîst a Kurdistan- PSK

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 512 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:03:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x