Suleyman Soylu: Teqîna Amedê êrîşeke terorî bû

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê teqîna duh a Amedê de got ew “êrişeke terorî” bû.

12.04.2017, Çar - 07:27

Suleyman Soylu: Teqîna Amedê êrîşeke terorî bû
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu duh piştî teqînê ragihandibû ku ew teqîn di dema çêkirina wesayiteke zirhî de ji ber şaşiyekê çêbûye. Lê Soylu îro berevajoyê vê yekê daxuyanî da û ragihad ku ew “êrişeke terorî” ye.

Suleyman Soylu diyar kir ku bi rêya tunelê êriş hatiye kirin.

Soylu herwiha da zanîn ku derbarê bûyerê de 5 kesên gumanbar hatine girtin.

Hejmara kuştiyên teqîna Amedê gihîşte 3yan

Birîndarekî din ê teqîna Amedê ku li Miduriyeta Ewlehî rû dabû jiyana xwe ji dest da û hejmara kesên di teqînê de can dane xwe ji dest dan gihîşte 3 kesan.

Piştî teqînê ku li nexwesxaneye kesekî jiyana xwe ji dest dabû agahiya birîndarekî din ku li nexwesxaneya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest dabû hat. Herwiha birîndarê bi navê Burhan Mercan ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin digel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da û bi mirina Mercan hejmara kuştiyan gihîşte 3 kesan. Mercan li Midûriyeta Ewlehî ya Amedê weke polîs kar dikir.

Li gorî zanyariyan îro li Midûriyeta Ewlehî ya Amedê wê ji bo Burhan Mercan û Cengiz Tekin merasîmeke cenazeyi were lidarxistin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1095 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:48:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x