Xwendekarekî Kurd bû berpirsê karûbarên xwendekarên zanîngeheke Amerîkayê

Xwendekarê kurd ku li Zanîngeha Missourî ya Amerîkayê perdewaya masterê werdigire, di demeke kurt de ji bo posteke girîng di zanîngehê de hat hilbijartin.

03.05.2023, Çar - 14:26

Xwendekarekî Kurd bû berpirsê karûbarên xwendekarên zanîngeheke Amerîkayê
Nuçe Belav bike

Ciwanê bi navê Ferheng Ferîdûn ê ji Başûrê Kurdistanê 4 meh berê li Zanîngeha Missourî ya Amerîkayê dest bi xwendina xwe ya masterê kir. Ferheng di demeke kurt de hezkirin û baweriya hevalên xwe yên xwendekar bi dest xist û ji bo posta Berpirsiyarê Karûbarên Xwendekaran hat hilbijartin ku di zanîngehê de xwedî cihekî girîng e.

Di hilbijartinên ku ji bo diyarkirina Berpirsiyarê Karûbarên Xwendekaran de Ferîdûn ji aliyê xwendekarên Hindistanê ve ji bo vî karî hat destnîşankirin. Ferheng Ferîdûn di encama hilbijartinê de hezar deng wergirt weke nûnerê xwendekaran hat hilbijartin. Hevrikê Ferheng Ferîdûn jî kesekî Hindistanî bû.

Derbarê serkevtina xwe de Ferheng Ferîdûn ajansa Rûdawê re got: “Li gorî min ev pêşveçûnek pir girîng e. Hevrikê min xwendekarekî Hindî bû. Tevî ku ji sedî 90 xwendekarên zanîngehê yên li zanîngehê xwendekarên Hindistanê ne, ez di hilbijartinê de bi ser ketim. Ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Armanca min ew e ku bi rêya hin semîner û çalakiyan xwe zêdetir bidim naskirin.”

Ferheng Ferîdûn ku li Silêmaniyê ji dayik bûye û li wir xwendina xwe temam kiriye, di sala xwendinê ya 2019-20an de beşa Peywendiyên Navdewletî û Siyasî ya Zanîngeha Silêmaniyê bi pileya yekemîn qedandiye.

Ferîdûn ku 4 meh berê li Zanîngeha Missouri dest bi xwendina xwe ya masterê kiribû, zû pêbaweriya heval û mamosteyên xwe yên zanîngehê wergirt.

Geys Greega ku li heman zanîngehê xwendekar e, diyar kir ku Berpirsiyariya Karûbarên Xwendekaran a ku di navbera xwendekar û rêveberiya zanîngehê de weke pirekê tevdigere xwedî cihekî gelekî girîng e û wiha pê de çû: “Ez di wê baweriyê de me ku Ferheng dê vê erka girîng bi serkeftî bi cih bîne. Ji ber ku ew karê xwe bi cidî dimeşîne û kesekî xwedî ezmûn e.”

Berpirsê bernameya xwendekarên xwendila bilind li Zanîngeha Missourî Gabrielle Ondetti jî got: “Pêgeha bidest xistî ji bo Ferheng serkeftinek mezin e. Ev pêgeheke girîng e ji bo arîkarî û hevkariya bi xwendekaran re û nûnertiya her xwendekarek li Zanîngeha Missouri dike.”

Di nav erkên Berpirsiyarê Karûbarên Xwendekaran de gihandina pêşniyarên xwendekaran ji rêveberiya zanîngehê re û pêkanîna karê xwendekaran heye. Mafê Berpirsê Karûbarên Xwendekaran heye ku heta 10 hezar dolar ji bo xwendekaran xerc bike. Di heman demê de, ew dikarin li ser navê xwendekaran beşdarî civîna lijneya zanîngehê bibin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:36:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x