Zaxo- 185 kes ji ber xwarinekê jehrî bûn

Ji ber xwarina goştê dem bi ser çûye li xwaringeheke Zaxoyê, 185 kes jehrî bûn û xwediyê xwaringehê hat desteserkirin.

08.09.2022, Per - 10:43

Zaxo- 185 kes ji ber xwarinekê jehrî bûn
Nuçe Belav bike

Qaymeqamiya Zaxo Muşîr Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber cibicînekirina rênimayên tendirustiyê, duhî 185 kes ji ber xwarinekê jehrî bûn û serdana nexweşxaneya giştî ya Zaxoyê kirin.

Herwiha Qeymeqamê Zaxoyê da zanîn, piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî, piraniya kesên ku jehrî bûne vegeriyan malê xwe û niha 35 kes ji wan di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Malpera K24ê li Zaxo piştrast kiriye, xwaringehekê xwarina ku dem bi ser çûye firotiye welatiyan û ev jî bû sedema jehrîbûna wan.

Ligor raporta K24ê, xwaringeha ku xwarina netendirust firotiye welatiyan, ji aliyê Qaymeqamiya Zaxo ve hat girtin û xwediyê wê jî hat desteserkirin.

Qaymeqamê Qezaya Zaxoyê Muşîr Mihemed ji K24ê re got: Wê xwaringehê xwarina bilez firotiye welatiyan û bûye sedema jehrîbûna xelkê. Xwediyê xwaringehê hat desteserkirin û lêkolîn derbarê vê babetê de berdewam e.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:38:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x