Zilamekî hevjîna xwe, du keçên xwe û cîranê xwe kuştin

Li navçeya Koye ya Hewlêrê zilamekî hevjîna xwe, du keçên xwe, cîranê xwe kuştin û kurê xwe jî birîndar kir.

17.05.2023, Çar - 14:20

Zilamekî hevjîna xwe, du keçên xwe û cîranê xwe kuştin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Birêveberê Giştê yê Tendirustiya Koye Şîrwan Celal ji Rûdawê re axivî û da zanînku îro berî nîvroyê li taxa Azadî ya Koyeyê ji ber pirsgirêkên civakî zilamekî bi navê Rizgar Q. hevjîn, du keçên xwe kuştin û kurê xwe jî birîndar kir. Herwiha kesekî ku çû cihê bûyerê ji ber guleya ku li serê wî ket bi giranî birîndar bûye.

Celal ragihand yek ji birîndarên ku rakiribûn nexweşxaneyê jiyan xwe ji dest da û bi vê yekê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 4 û dermankirina birîndarê din jî berdewam e.

Cîgirê Birêveberê Giştê yê Tendirustiya Koye Şîrwan Celal tekez kir ku ewkesê ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye ti eleqeya wî bi bûyerê re tunebûye, di dema bûyerê de li nêzî mala bûyerê dikaneke wî heye û ji bo alîkariyê çûye cihê bûyerê.

Di bûyera hovane de hevjîna wî Fatma Ebdullah (63), keçen wî Çira Rizgar (31), Çiro Rizgar (18), cîranê wî Siyamend Ebas hatine kuştin û kurê wî Şakêw Rizgar jî birîndar bûye.

Birêveberê Polîsê Koye Elî Ebdullah daxuyanî da rojnamegeran û tê de diyar kir ku êrîşkarê ku li mala xwe derî li ser xwe kilîd kiriye ji aliyê polêsên ku çûne cihê bûyerê ve hatiye desteserkirin.

Elî Ebdullah diyar kir ku heta niha derbarê hûrgiliyên bûyerê de zanyariyên zelal li ber destê wan nînin û îdiayên ku ji aliyên derûnî ve tendirustiya gumanbar ne li cih e e dê piştî kontrola pizîşk eşkere bibe.

Herwiha hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 405 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:10:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x