Parlamenterê HDPê Altan Tan dibêje, ji bo ku şert guncaw bibin lazim e ku PKK dest ji çekan berde. Lazim e li Suriyeyê weke Herêma Kurdistanê siyaseteke piralî bide meşandin. Ji bo kurdên li Iraqê dewlet, ji bo kurdên Sûriyeyê statu, ji bo kurdên Tirkiyeyê jî demokrasî lazim e."
Parlementerê HDPê Altan Tan dibêje ji bo ku rewşa heyî ya li Tirkiyeyê vegere asteke asayî, divê PKKê dest ji çekan berde û li Rojava jî sîstemeke piralî damezrîne.
Partî û aliyên siyasî yên kurd ên li Tirkiyeyê seredana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi nêzîkî ve dişopînin. Daxwaza partiyên siyasî yên kurd ew e ku pevajoya çareseriyê careke din were zindîkirin.
Parlementerê HDPê Altan Tan dibêje ku zemînekî musaîd ji bo gotûbêjkirina meselaya kurdan lazim e û ji bo vê yekê jî pêwîste ku PKK dev ji çekan berde.
Altan Tan ji Rûdawê re axivî û dibêje ku: "Lazim e mesele li gorî şert û mercan were ditîn û meseleya Suriyeyê were safîkirin. Ji bo ku şert guncaw bibin lazim e ku PKK dest ji çekan berde. Lazim e li Suriyê weke Herêma Kurdistana siyaseteke piralî bide meşandin. Ji bo kurdên Iraqê dewlet, ji bo kurdên Sûriyê statu, ji bo kurdên Tirkiyeyê demokrasî lazim e."