Amadekariyên merasîma sondxwarina Nêçîrvan Barzanî bi dawî hat

Amadekariyên merasîma sondxwarina Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hola Seed Ebdullah a li Hewlêrê bi dawî bû û cadeya ku ji Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Hola Seed Ebdullah diçe, bi alayên Kurdistan û Iraqê hate xemilandin.

09.06.2019, Paz - 12:28

Amadekariyên merasîma sondxwarina Nêçîrvan Barzanî bi dawî hat
Nuçe Belav bike

Sibe duşemê 10ê Hezîrana 2019an di demjimêr 11:00an de merasîma sondxwarina Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hola Seed Ebdullah a Hewlêrê bi beşdariya nûnerên welatan û kesayetên siyasî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê birêve diçe.

Peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero ji Hewlêrê ragihand ku tê çaverêkirin, aliyên siyasî yên di roja dengdana Serokê Herêma Kurdistanê de li rûniştina parlementoyê amade nebûn, ew jî di vê merasîmê de amade bin.

Peyamnêra Rûdawê diyar kir ku rûniştina sibe ya Parlementoya Kurdistanê li Hola Seed Ebdullah birêve diçe û du birge li xwe digre, birgeya yekem Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî dixwe û rûniştin bo roja din vekirî dimîne, berbijêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo posta Serokweziriya Herêma Kurdistanê, ku Mesrûr Barzanî ye, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bi pêkanîna hikûmetê tê erkdarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 914 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:32:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x