Armanca şandên Bexdayê asteng kirina referandomê ye!

Berpirsê leqa 12 a PDKê li Helebçe ragehand, hatina şandên bilind li Bexdayê ve bo herêma Kurdistanê, tenê bi armanca ava kirina nêrînên cuda di navbera partiyên kurd de ye û astengkirina referandomê ye.’’

24.04.2017, Pts - 13:30

Armanca şandên Bexdayê asteng kirina referandomê ye!
Nuçe Belav bike

Berpirsê leqa 12 a PDKê li Helebçê Fazil Beşaretî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hemû şandên naha serdana herêma Kurdistanê dikin, tenê bi armanca ava kirina nêrînên cuda di nav partiyên Kurdî yên herêma Kurdistanê tên, herwaha dixwazin astengiyê li pêş referandomê pêkbînin, ji ber naha pirsa referandomê babeteke germe û kurd dixwazin referandomê pêkbînin.’’

Biryare îro 24.04.2017ê şandeke bilind a Sedr serdana parêzgeha Helebçê bike û li gor Fazil Beşaretî hatina wan şandeyên bilind ji Bexdayê ve bo herêma Kurdistanê û bi taybet bo parêzgeha Helebçê ti giringiyeke xwe tineye, ji ber beşek piraniya wan bi armanca dem kuştinê tên, serdanên wan jî ji aliyê îdarî ve ti sûdeke xwe tineye, ji ber ew bi armanca çareser kirina pirsgirêkan serdanê nakin.

Piştî ku serokê hevpeymaniya niştimanî Emar Hekîm got: ‘’Eger dewleta Kurdistanê ava bibe, dervey Îsraîlê kes piştevaniya dewletê nake’’ ew rêveberê PDKê jî dibêje: ‘’Wan pir zû dijatiya xwe li hember kurd aşkera kirin, ji destpêka ava bûna Iraqê ve jî wan kurd wek beşek Îsraîlê pênase kirin, ti xaleke Iraqîbûnê tinebû.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1482 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:12:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x