Başak Demirtaş: Hevserokên HDPê li hemberî dirûşmên bo darvekirina hevjînê min bê deng man

Hevjîna hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, Başak Demîrtaş ji ber ku hevserokên HDPê li hember dirûşma “Ji bo Selo îdam” a di şeva gotara Erdogan a ji ber serkeftina di hilbijartinê de bêdeng mane nerazî bûna xwe nîşan da û got: “Mixabin dema wan kesan hawar dikirin ku Selahattin bê darvekirin, bêdengiyeke mezin hebû; Kiliçdaroglu bêdeng bû, hevserokên HDPê bêdeng bûn, aliyên din yên hevpeymaniya me bêdeng bûn.”

06.06.2023, Sal - 13:37

Başak Demirtaş: Hevserokên HDPê li hemberî dirûşmên bo darvekirina hevjînê min bê deng man
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şeva hilbijartinê, di axaftina xwe ya li balkonê de bi gotina “Ev terorîstê ku li Amedê 51 birayên me yên Kurd kuştin, Selo ye”, hevserokê berê HDPê Selahattin Demirtaş kiribû armanc û piştî wan gotinên Erdogan, girseya alîgirên AK Partiyê jî dirûşma “Ji bo Selo îdam” bilind kirin û daxwaza bidarvekirina Demirtaş kiribûn.

Hevjîna Selahattin Demîrtaş, Başak Demirtaş di hevpeyvînekê de behsa vê mijarê û daxwaza Demîrtaş a bo berbijêriya serokomariyê kir.

“Demîrtaş sê caran daxwaza berbijêriyê kir”

Başak Demirtaş dibêje; “Selahattin ji partiyê daxwaz kir ku bibe berbijêr. Meha Hezîrana 2022 bû, di dema serdana wî kirine de ji hevserokan re gotibû. Piştre jî bi rêya parêzer Dogan Erbaş ji Endamên Encumena Navendî ya Partiyê re daxwaza xwe dûbare kiribû. Herî dawî jî ez dizanim bi rêya parêzerê xwe bi şandina nameyekê bo birêz Tayip Temelî ev daxwaza xwe dîsan gotibû. Ez dixwazim wê yekê bibêjim ku ez dizanim sê caran ev daxwaz kiriye, ji ber biryarek giring bû ji min re jî got. Diviyabû wan jî ev daxwaza wî binerxandinaê.”

Başak Demirtaş diyar kir ku ew daxwaza hevjînê wê bê bersiv hiştine û got: “Li ser berbijêriyê yek gotin jî ji Demirtaş re negotine. Ya rast min dem bi dem ji Selahattin pirsî, çi çêbû, gelo bersivek heye? Piştî demek dirêj ji Selahattin re gotin ew li ser berbijêrek jin a Tirk difikirin. Wiha dizanim meha Îlonê yan Cotmehê bû. Piştre Selahattin, Gultan Kişanak pêşniyar kir. Eger bê bîra we, berbijêrbûna Gulten xanimê di meha Çile de di medyayê de bibû rojev.”

“Hinek berpirsên partiyê ji min aciz bûn”

Bi gotina Başak Demîrtaş xelkê dixwest hevjînê wê bibe berbijêr û wê zaniye hinek ji berpisên partiya wan ji beşdarbûna wê ya di karên propagandaya hilbijartinê de nerazî bûne û ew dibêje: “Me hemû karên xwe bi derfetên xwe kirin, ti daxwazeke me ji partiyê nebû, min ev yek wek erkekê cîbicî kir, ji ber min dixwest wek endameke partiyê berpirsyariya xwe cîbicî bikim. Lê di dema kar de min zanî ku berpirsên partiyê bo vî karê min nerazî bûne. Ya rast ez ji wê yekê dilşikestî bûm di encamê de ez jî mirov im.”

Demirtaş di dawiyê de got: “Mixabin li beramberî daxwaza darvekirina Selahattin bêdengiyek mezin hebû, hevserokên HDPê bêdeng bûn, aliyên din ên hevpeymaniya me bêdeng bûn, yek kesî telefonek jî jêre nekir, heta kesê peyamek jî neşand.”

Selahattin Demirtaş roja çarşemê 31ê Gulanê 2023ê li ser hesabê xwe yê Twitter berî belavbûna hevpeyvîna wî ya li gel rojnameya Arti Gerçek a Tirkî, peyamek belav kiribû û ragihandibû, ji vê qonaxê û pêde dev ji siyaseta çalak berdide, dê hewil bide sûd ji wan rexneyên ku bo wî hatine kirin werbigre.

Roja pêmcşemê 1ê hezîranê 2023ê metna hevpeyvîna wî belav bû.

Demirtaş di hevpeyvîna xwe de dibêje ku wî gotiye qedexeya siyasî tuneye, lê ger Desteya Bilind a Hilbijartinê berbijêriya wî ret bike jî, wê demê alîgirên partiya wan dê zêdetir li berbijêrê ku were destnîşankirin xwedî derkevin û dibêje: “Lê ev daxwaza min bêyî ku sedemek were destnîşankirin hatiye redkirin. Ev biryar ji aliyê Navenda Giştî ya HDPê û pêkhatiyên hevpeymaniya wê ve hat dayîn."

Berdevka HDPê Ebru Gunay roja pêncşemê 1ê Hezîranê 2023ê di civîneke çapemeniyê de li Enqerê ragihand, ji ber rewşa yasayî berbijêrbûna Selahattin Demirtaş bo posta Serokkomariya Tirkiye hat nirxandin û pêşniyara berbijêreke jin hate kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:38:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x