Berdevkê HDPê û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr li Diyarbekirê serdana şîna Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talabanî kir. Baydemîr di şînê axivî û diyar kir ku Talabanî ‘mamê' 40 milyon kurdan e û hemû kurd şîna wî digirin.
Baydemîr dest nîşan kir ku divê ji îradeya gel re rêz were girtin û got, "Kesên ku dixwazin gelê Kurd bi birçîbûnê terbiye bikin, dê negihêjin armanca xwe. Ger bi gefxwarin, zordestî û fişaran encam bihata girtin wê li Enfalê, Helebceyê, Koçgiriyê bihata girtin. Ev gefxwarin bêencam in."
Osman Baydemîr ragihand ku divê cîhan rêzê li îradeya gelê Kurd bigire û wisa berdewam kir: "Em spasiya bajarên ku şîna Mam Celal girtin, dikin. Em ê xwedî li xeyalên Mam Celal derkevin û yekîtiya Kurdan pêk bînin. Hemû dewlet li wir bûn lê Enqere ne lir wir bû. Careke din dost û dijminên Kurdan eşkere bûn. Ez careke din nemirên Kurdan silav dikim. Ji bo gelê Kurd azadî, demokrasî û aramiyê hêvî dikim."