Baydemîr li ber Dadgeha destûrê axifî: 'Edaleta derengî edalet nîne.'

Berdevkê HDPê Osman Baydemir li ser navê komê axivî û bal kişand ser Nobeta Edalet û Wijdanê û wiha got: "Me bi milyonan deng kom kirin û em hatin." Komek rêveberên HDPê ji bo bi Serokê Dadgaha Destûra Bingehîn Zuhtu Aslan re hevdîtin pêk bînin çûn AYMê.

05.09.2017, Sal - 14:37

Baydemîr li ber Dadgeha destûrê axifî: 'Edaleta derengî edalet nîne.'
Nuçe Belav bike

Di daxûyaniyê de hatiye diyarkirin, ku ji bo daxwazê hêj bersiv nehatiye û li nav avahiya Dadgeha Destûrê de dest bi "Nobeta Wijdan û Edaletê" kirine.

Ofîsa Ragihandinê ya HDPê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de aşkere kiriye:“Şanda me ya ku ji Berdevkê partiya me Osman Baydemir, Berdevka Encumena Jinan Dilan Dirayet Teşdemir, Cigirê Serokê Koma me Ahmet Yildirim, parlementera me ya Edenê Meral Daniş Beştaş û parlementera me ya Stenbolê Garo Paylan pêk tê, piştî daxuyaniya li hember Dadgeha Destûrê daxwaz kirin ku bi Serokê Dadgeha Destûrê hevdîtin bikin. Ji bo vê daxwazê hêj bersiv nehatiye.

Şanda me ji bo ku li ser zindanîkirina bi neheqî û nehiqûqî ya hevserokên me yên giştî û hemû parlementerên me, hiqûq pêk were û Dadgeha Destûrê li gor îctîhadên niştimanî û navdewletî biryar bide, li nav avahiya Dadgeha Destûrê nobeta wijdan û edaletê hatiye destpêkirin.”

Her wiha Berdevkê HDPê Osman Baydemir li ber avahiya Dadgeha Makeqanûnê daxuyanî da da xuyakirin, ku welat ji edaletê bê par hatiye hiştin û wiha axivî: "Qanûn ne li gel mezlûman e. 28 roj in bi berzkirina wijdan û edaletê, li çar aliyên Tirkiriyeyê ji Wanê, Stenbol, Îzmir û Amedê me bi milyonan deng kom kirin û em hatin. Îro welat şahidiya sersala vekirina dadgehê dike. Divê îro qêrîna edaletê bigiheje asta herî bilind. Sedema kombûyîna me ya li vir, daxwaza edaletê ye.

Baydemir dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa parlamenter û hevserokên HDPê yên girtî û wiha got: "Vîna 6 milyon û nîv mirovan hatiye desteserkirin. Hevserok û 10 parlementerên me 306 roj in bi awayekî bêqanûnî bi fermana desthilatdariyê rehîn hatine girtin. Hîna Hevserokê me yê giştî Selahattin Demirtaş nehatiye darizandin. 'Edaleta dereng mayî ne edalet e'. Sedema derengxistina edaletê, dadgeha bilind e."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:59:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x