Berpirsê Giştî yê Navenda Lêkolînan a TEAMê Ulaş Tol ragihand ku “Beşa ku herî zêde ya civaka ji AK Partiyê veqetiya, Kurd bûn. Yanî koma yekem a dengderên ku dest ji AK Partiyê berdane Kurd bûn. Li Tirkiyê dûrketina ji AK Partiyê di nav Kurdan de digihêje ji sedî 25-30.”
Berpirsê Giştî yê Navenda Lêkolînan a TEAMê Ulaş Tol ku beşdarî bultena Rûdawê ya bi pêşkeşkariya Hêvîdar Zana bû, meylên dengdêrên Kurd nirxand.
Ulaş Tol diyar kir ku CHP li bajarên mezin bûye partiya duyemîn a dengdêrên ciwan ên Kurd û destnîşan kir ku AK Partî û CHPê cihê xwe guhertine.
Bi gotina Tol Kurd piştgiriyê didin opozisyonê, ji ber ku di wê baweriyê de ne ku opozisyon bi ser bikeve dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zemîna muzakereyê derkeve holê.
Bersivên Ulaş Tol ên ji bo pirsên Hevîdar Zana wiha ne:
Hêvîdar Zana: Em dibêjin li Stenbolê 5, heta 6 milyon Kurd dijîn, lê xuyaye hûn vê yekê qebûl nakin. Tu dibêjî ev hejmar kêm e. Li ser çi bingehê hûn vê dibêjin, lêkolîneke we ya taybet li ser vê mijarê heye?
Ulaş Tol: Belê, me berê li gorî rengê dengdanê ev yek diyar kiribû. Em li ser wê yekê xebitîne ku çend Kurd li Tirkiyê û çend Kurd li Stenbolê hene. Em bi taybetî di hilbijartinên Stenbolê de xebitî bûn, ji ber ku em kêm-zêde dikarin dengên Kurdan ên li gorî anketan pêşbînî bikin. Li gorî dengên ku dane HDPê. Dema em lê dinêrin, nifûsa Kurdên Tirkiyê yên bi Kurmnacî û Zazakî diaxifin li seranserê Tirkiyê ji sedî 18,5 e. Li Stenbolê di hilbijartinên herêmî yên dawî de ji vê çendê zêdetir bû, derdora 1,5 milyon kesan bû. Niha derdora di 1 mîlyon û 800 hezar kesan e. Ji ber vê yekê em dikarin texmîn bikin ku ew nêzîkî 2 mîlyon in. Helbet em dikarin behsa derdora 3,5 milyonam kesî jî bikin.
Lê ev jî heye; Gelek Kurd jî hene ku nabêjin em Kurd in. Yan ditirsin yan jî ji ber sedemên din nabêjin. Ma hûn wê jî hesab dikin?
Jixwe li gorê wê em pêşbiniyên xwe dikin. Em vê yekê dizanin: Ji Kurdên ku zimanê wan ê zikmakî Kurdî ye çend kes dengên HDPê didin û çend kes jî dengên xwe didin AK Partiyê. Nêzîkî 15 sal in em vê bi rêkûpêk temaşe dikin.
Bi taybetî ez dixwazim behsa Kurdên Stenbolê bikim. Kurdên li Stenbolê dijîn çi qas polîtîk in?
Ew pir siyasî ne. Yên li Tirkiyê jî wisa ne, yên Stenbolê jî wiha ne. Kesên li Stenbolê hîn zêdetir polîtîk in. Ji ber ku neçarin bi serê xwe bijîn. Yanî kurdbûn ji bo Kurdekî li Amedê tiştekî asayî ye. Li wir her kes xwedî wê nasnameyê ye, lê dema tên Stenbolê hestên wan cudan e. Bi hevalên xwe re, li cihê ku lê dijî, di jiyana xwe ya xebatê de... Ji ber vê yekê divê bêtir polîtîk bin.
Baş e meylên wan ên siyasî çi ne? Wate dema Kurdekî li Stenbolê dijî, diçe ser sindoqan, ji bo wî çi girîng e? Rewşa jiyana bajarê metropolê, rewşa aborî, rewşa civakî, an jî rewşa bajarê ku jê koç kirine?
Heta salên 2018an Kurd du cemser bûn. Yek olperestî ye, ya din jî asta xwedîderketina li nasnameya Kurd e, asta nêzîkbûna li siyaseta Kurd e. Yanî nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd. Li gorî van her duyan, piştgirî yan ji bo AK Partiyê yan jî ji bo HDPê hebû. Lê di van 15 salên dawî de, ev cihêreng bûye, û meylên cûda dest pê kirine. Li vir jî çend faktor hene: Ya yekem asta bajarîbûnê ye. Niha nifûsa Kurd a xwenda, heta navîn, navîn û jor ku ev demeke dirêj e li Stenbolê dijî, dest pê kiriye û ev der ber bi dînamîkeke din ve diçe. Ev 5 sal in aborî ji bo Kurdan bûye faktoreke girîng. Û beşa ku herî zêde ji AK Partiyê veqetiya jî Kurd bûn. Yanî koma yekem a dengderên ku ji AK Partiyê dûrketine Kurd in.
Sedema vê yekê çê bû?
Du sedemên vê yekê hene, yek ji wan jî ew e ku AK Partî li gel hevkara xwe ya hevpeymaniyê, di nava 5 salên dawî de zêdetir di nava gotubêjeke neteweperest de ye ku ev 5 sal in nêrîna xwe ya li ser Kurdan guherandiye. Li wê derê çoşek çêbû. Lê belê herî zêde Kurd ji krîza aborî bandor bûne. Kurdên Stenbolê ku di asta civakî-aborî ya nizimtir de ne, vê yekê ji yên din zûtir û tundtir hîs kirin û dema ku mijara nasnameyê jî li vê hat zêdekirin, ji AK Partiyê veqetiyan û lez dan wê yekê. Yanî heger dûrketina ji AK Partiyê li Tirkiyê di nav gel ji sedî 15-20 be, di nava nifûsa Kurdan de, ew digihêje ji sedî 25-30. Berê di salên 2010an de AK Partî di nav Kurdan de partiya yekem bû. Niha daketiye. Îro CHP jî bala Kurdan dikêşîne. Bi taybetî bala ciwan. Hema bejê ji AK Partiyê derbas bûye. Em dikarin bibêjin ku CHP di nava ciwanan de bûye partiya duyemîn.
Di hilbijartinên giştî de dengên Kurdan dibe kilîl. Kurd piştgiriya kîjan alî bikin ew alî bi ser dikeve. Gelo dengê dengdêrên Kurd ên li Stenbolê jî di pozîsyoneke wisa de ye?
Mamosteyê hêja Mesut Yegen ku em pê re dixebitin, gotinek xweş hebû. Ew dibêje `aliyê ku xwedî Kurd be qezenc dike, lê Kurd bixwe qezenc nakin`. Bi rastî jî wisa ye. Li Tirkiyê ku kîjan alî piştgiriya dengdêrên kurd distîne, bi gelemperî di van hilbijartinan de bi ser dikeve. Me di hilbijartinên herêmî de jî ev yek dît. Niha jî wisa xuya dike. Ji ber ku dema mirov li derveyê Kurdan dinêre, aliyekî serketî diyar nabe. Di matematîka parlementoyê de jî wisa ye. Hilbijartina serokomariyê jî heman tişt e. Ji ber vê yekê piştgiriya Kurdan girîng e. Xuya ye ev yek li Stenbolê jî bi ser ket. Xuya bû ku opozisyonê ev yek li Stenbolê jî bi dest xistiye. Eger em li vir faktoreke din jî lê zêde bikin, rêveberiya CHPê li cihên weke Stenbol, Edene, Mêrsînê, ango di hilbijartinên 2019an de bi piştevaniya Kurdan biser ketin û ew Kurd jî ji rewşê razî bûn. Di nav Kurdan de komek heye ku dê di vê hilbijartinê de jî piştgiriyê bidin CHP û Kiliçdaroglu.
Gelo di vê hilbijartinê de jî dê Kurd dîsa tiştekî bi dest nexin?
Kurd li vê yekê dinêrin: Ew nafikirin ku eger CHP an jî opozisyên were ser desthilatê dê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Yanî ew nafikirin ku dê ev pirsgirêk çareser bibe û ew ê bibin serketî, lê difikirin ku eger opozisyon serbikeve keşûhewayek dê çêbibe ku dê bikarin vê mijarê gotûbêj bikin. Ew difikirin dê kêm-zêde hinek tişt bên guhertin û ji ber vê yekê zemîna wan a têkoşînê çêbibe. Wekî din, hîseke wan a wisa tune: Weta ne li bendê ne ku di 15ê Gulanê de li Tirkiyê hemû pirsgirêk çareser bibin. Berevajî vê, îro difikirin ku zemîneke wê tune. Dibêjin di rewşeke demokratîktir de em ê karibin muxalefeta xwe bidomînin.
Piraniya ciwanên Kurd li bajarên mezin hatine dinyayê, gelo meyla wan çi ye? Ma ew meyla dê û bavê xwe didomîne, an meyla wan a din heye?
Di rastiyê de, divê em wan bikin du beş. Di nav Kurdên xwenda û sekulerde de dê û bav jî piştgirîya opozisyonê dikin. Piştgiriya HDP an CHPê, yanî piştgiriya partiyên muxalefetê dikin. Lê di nav malbatên dîndar de ev tiştê ku hûn dibêjin heye. Ev yek bi dengdêrên Tirk jî heye. Yanî di nifşê nû de laîkbûneke giştî heye. Ji ber ku asta perwerdehiya di navbera ciwan û dê û bavan de bilindtir e. Asta zanîngehê di nav ciwanan de pir bilind e. Lê ji ber ku malbatên wan bi piranî dibistana seretayî qedandine, ferqa wan pir e, ji ber vê yekê aliyekî wê jî di reftarên dengdanê de xuya dike. Ciwan hewl didin malbatên xwe razî bikin.