CHPê ji bo Kurultaya Edalet a li Çanakkaleyê ji hinek PDG'yiyan re vexwendname şand. HDPê ji bo vexwendname li ser navê kesan hat şandin bertek nîşanî CHP'ê dan û ragihandin ku ew tevlî kurultayê nabin.
PDG'yî ji bo ku wek partî vexwendname vernegirtin biryar dan ku tevlî Kurultaya Edaletê ya CHP ku li Çanakkale'yê lidar dixe nebin.
Li gorî ragihandina çavkaniyan, rêvebirên PDG'yî sedema tevlînebûna kurultayê wiha şîrovekirin: "Ji bo Kurultaya Edaletê tu vexwendnameyek ji HDPê re nehat em jî beşdarê Kurultayê nabin. Endamekî me yê Meclisa Partiyê û 2 parlamenterên me wekî axaftvan hatin vexwendin. Dema ku ev endamên me hat vexwendin jî gotin em şexsan ne partiyan vedixwînin kurultayê. Me ev mijar di rêvebiriya partiyê de nirxand û ji bo ku vexwendname ne ji partiyê re hatiye ev endamên me jî dê tevlî kurultayê nebin."
Ji aliyê din ve rêvebirên CHPê jî ji bo mijarê ragihand ku me vexw