Beştaş plana HDPê ya li ser Stenbolê û Enqerê eşkere kir

Serokwekîla Grupa Partiya Çepên Kesk (YSP) Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di hilbijartinên xwecîhî yên 2024an de dibe ku li Stenbol û Enqerê bi berbijêrê xwe beşdar bibin.

12.06.2023, Pts - 08:01

Beştaş plana HDPê ya li ser Stenbolê û Enqerê eşkere kir
Nuçe Belav bike

Serokwekîla Grupa Partiya Çepên Kesk (YSP) Meral Daniş Beştaş roja 11ê Hezîrana 2023an beşdarî bernameyeke kanaleke televizyonê ya Tirkiyê bû û li ser rojev û encamên hilbijartinên derbasbûyî axivî.

Li ser pirsa "HDP di hilbijartinên xwecihî de dê li Enqere, Izmir û Stenbolê berbijêrê xwe diyar bike an na?" Beştaş got: “Dibe ku diyar bike. Ev mafekî me yê xwezayî ye. Gelê me rexne li me digre ku çima em bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinên serokkomariyê nebûne.”

Li ser hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê jî Beştaş rexne li Kemal Kiliçdaroglu girt û got, “Ligel ku em ne pêkhateyeke maseyê bûn, me deng da Kiliçdaroglu. Ji bo partiyên ku %1 dengê wan heye wezaret hat gotûbêjkirin lê dûrî partiya me rawestiya. Ev yek jî di nav gelê me de bû sedema nerazîbûnê. Dengderên me rexne li me digrin. Li parêzgehên Kurdan, Kiliçdaroglu di asta rekorê de deng bidest xistin. Ma em nebûna li parêzgehên herêmê Kiliçdaroglu bi wî awayî qey dihat pêşwazîkirin?”

Beştaş heman rexne li Partiya Karkeran a Tirkiye (TIP) jî girt ku Serokê wê partiyê gotiye “Eger em ne ligel Kurdan bûna wê dengê me zêdetir bûne”. Li ser vê yekê Beştaş got, “Wek Kurd nexweşiyek in, dixwazin xwe dûr bixin. Em vê helwestê rast nabînin. Niha civînên pêkhateyên Bloka Ked û Demokrasiyê berdewam in. Piştî civînan, her partî dê ji aliyê xwe ve binîrxîne.”

Parlamenterê berê yê HDPê Hasip Kaplan jî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê hilbijartinên xwecihî yên 2024an de peyamek belav kiriye û dibêje, “Di hilbijartinên xwecîhî de hilbijartinên şaredariyên bajarê mezin emê diyar bikin. Lê vê carê dê wek cara din nebe.”

Di hilbijartinên 14 û 28ê Gulana 2023an de HDPê berbijêrê xwe yê serokkomariyê dernexist û piştgiriya berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu kir. Lê ev yek bû sedema nerazîbûna dengderên Kurd û rêjeya dengên HDPê jî li gor hilbijartinên borî kêm bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 250 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:42:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x