Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em dê giringî bidin pirsa Kurd û Zimanê Kurdî

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Doza Aza (HUDA PAR) Mahmut Şahîn ku di heman demê de Berpirsê Karûbarên Hilbijartinan ê wê partiyê ye dibêje: Em dê giringî bidin pirsa Kurd û Zimanê Kurdî.”

16.05.2023, Sal - 07:28

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em dê giringî bidin pirsa Kurd û Zimanê Kurdî
Nuçe Belav bike

Di hilbijartinên 14ê Gulanê de, li gorî encamên ku hêj wek fermî nehatine ragihandin, 4 berbijêrên Partiya Doza Azad (HUDA PAR) kursiyên xwe yên parlamenteriyê bi dest xistin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Stenbolê, Endamê Lijneya Giştî Faruk Dînç li Mêrsînê, Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr li Dîlokê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanlî jî li Êlihê wek parlementer hatin hilbijartin.

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mahmut Şahîn ku di heman demê de Berpirsê Karûbarên Hilbijartinan ê wê partiyê ye beşdarî bultena Rûdawê bû û bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

Mahmut Şahîn got: “Ji niha û pê ve înşallah her 4 parlamenterên me dê li parlamentoyê bin. Me wek HUDA PARê stratejiyek derxist pêş. Me biryar da ku em ji lîsteyên AK Partiyê têkevin hilbijartinê. Di xala ku em gihîştin de, me bi zelalî dît ku ev stratejî bi awayekî cidî serketî bûye û ji aliyê gelê me ve hatiye nirxandin.”

Şahîn diyar kir ku sûdeke wan a berçav ji bo Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan hebûye û got: “Ji destpêkê ve me digot sûda me dê wek HUDA PAR di hilbijartinên Serokomariyê de ji bo Hevpeymaniya Cumhur Gel û ji bo Erdogan hebe. Lê hinekan got ku ne wisa bûye got dê badoreke neyînî bike û dê dengên Erdogan kêm bike. Lê encamên hilbijartinê berovajî vê yekê dibêjin.”

Derbarê bernameya wan de jî Mahmut Şahîn got: “Bernameya me nasnameya siyasî ya partiya me ye. Lewma di bernameya me de çi were nivîsandin em li pişt wan armancan radiwestin. Çend propoganda hatin kirin, wek ku mijarên ku di bernameya me de cih nagirin hene. Lê bila her kes zanibe ku wek HUDA PARê ji perwerdehiyê heta tenduristî û malbatê di bernameya me de tesbîtên pir girîng hene û ji bo vê jî çareseriyên me hene. Em dê weke HUDA PARê giringî bidin pirsa Kurd û Zimanê Kurdî. Em dê bi rêya parlamenterên xwe yên ku em dişînin meclîsê xizmetê ji gelê xwe re bikin.”

Şahîn diyar kir ku armanca wan ew e ku pirsgirêka Kurd li ser esasê "biratî û edaletê" çareser bikin û got: “Yek ji wan mijara perwerdehiya bi zimanê dayikê ye û em pir girîngiyê didin vê yekê. Perwerdeya bi zimanê zikmakî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû miletan pir girîng e, sedema hebûna wan miletan e. Lê wek min got, em li ser vê mijarê siyaseteke bi şiklê pevçûn û kaosê nakin. Em siyaseteke bi tevahî encamgir û çareseriyê, li ser esasê edalet, yekîtî û biratiyê derdixin pêş. Ev têgihiştineke siyasî ye ku gelê me rastî wê tê. Ez wisa difikirim ku ev gav dê ji niha û pê ve pir xurt pêş bikevin. Bi taybetî di mijara pirsgirêka Kurd de gavên girîng û destkeftiyên Erdogan hene, em ê hewl bidin ku van destkeftiyan winda nekin û di heman demê de destkeftiyên nû li van destkeftiyan zêde bikin. Yek ji wan jî perwerdeya bi zimanê dayikê ye.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 221 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:09:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x