Civîna parlamentoya Kurdistanê li ser serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest pê kir. Gorran û Yekgirtû jî tevlî civînê bûne.
Qasekî beriya niha civîna parlamentoya Kurdistanê li ser serokatiya Barzanî dest pê kir.
Serokê firaksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Omêd Xoşnav beriya civînê daxuyaniyek da û ragihand, di civînê de nameya Barzanî tê xwandin û wek Barzanî daxwaz kiriye desthilata serokatiya Kurdistanê bi ser Serokatiya Hikûmetê, Serokatiya Parlamentoyê û Dadweriya Kurdistanê de tê parvekirin.
Di civîna îro ya parlamentoyê de, parlamenterên Gorran û Komela Îslamî jî piştî du salan, beşdar bûne. Civîn bi awayekî girtî tê kirin.
Nazim Herkî: Barzanî pêşniyara dirêjkirina heyama serokatiya xwe qebûl nekir
Parlamenterekî Kurdistanê dibêje, Encumena Şûra ya Kurdistanê pêşniyar kiribû heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî were dirêjkirin lê Barzanî qebûl nekir.