Ev nêzîka 300 salî ye,gelê Kurd têne kuştin û qirkirin.Bi sedan sal in gelê Kurd bikaribin dagirkeran ji axa xwe ya pîroz derxin têdikoşin û şer dikin.
Ev nêzîka 300 salî ye,gelê Kurd têne kuştin û qirkirin.Bi sedan sal in gelê Kurd bikaribin dagirkeran ji axa xwe ya pîroz derxin têdikoşin û şer dikin.
Fikra Netew-Dewletbûnê her çend ji fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî destpêkiribe jî piştî serhildana Pîşesazîyê li Fransayê,belavbûna ramana Netew-Dewletbûnê wisa kir ku bandor li ser gelan çêbibe û ew gel bikaribin netew-dewletên xwe ava bikin.Li Kurdistanê ev ba bi Mîr Bedirxan rabû û Mîr ji bo dewletbûnê şerekî mezin li hemberî dijminan kir.Lê mixabin di şerê duyem yê di navbera Bedirxanî û osmaniyan de (1877an de) bi piştgirîya îngîlizân û nokerîya Êzdînşêr beg ev şer neçû serî û Kurd di yekemin şerê Netew-dewletbûnê de şikestin.
Agirê meşala ku Bedirxanîyan vêxistibûn tucarî venemirî û ji aliyên nevîyên wî ve hate gurkirin,heta îro berdewam kir.Ev meşala îro li başûrê Kurdistanê geş bûye şewqa wê perçên din ronî dike.Ji bo ev meşale venemire Gelê Kurd ji roja vêxistina wê û heta îro bi sed hezaran qurbanî dane,bi mîlyonan hatine koçberkirin.Êş û azara ku miletê Kurd kişandiye nayên jimartin.
Enfal yek ji wan êşaye ku nayê kewandin…
Dewletên dagirker li çeperên şer nikaribûn xwe li ber sînga Pêşmergeyan bigrin ji ber wê bi siyaseteke qirêj şerê sivîlan kirin da bikaribin bawerîya Pêşmergeyan bişkînin û di şerê mayîn û nemanê de bi serkevin.Wek gurên har êrîşî malbatên Pêşmergeyan û ên welatparêz kirin; Jin,zarok,pîr li hev civandin ref bi ref berê wan bi sehrayên başûrê iraqê vekirin.Hinek di odeyên xazê de,hinek jî ji tîna beacandin..Glek ji wan bi saxî binax kirin.Ji wan hebû ku dê bi van kiryarên xwe yên hovane artêşa Kurdistanê bişkînin.Lê bi bawerî û îradeya Pêşmergeyên canfîda ev plana qirêj ya dewletên dagirker neçû serî.
Bîranîn,bi wateya xwe ne bêhêvîbûne.Bîranîn,berdewambûne li ser şopa şehîdan û geşkirina têkoşînê.Îro artêşa Kurdistanê bi gîyanê Enfalê li hemberî hovên dagirkeran têdikoşe û li oxira Kurdistaneke serbixwe xwe fîda dike.Pêdivê em ciwanên Kurdistanê li hemû qadan amade bin,gelê xwe di pêvajoya serxwebûnê de serwext bikin.Divê gelê me bizanibe ku pêdivîya me hemû Kurdan li hemû perçeyên Kurdistanê bi serxwebûnê heye.Em dê heta roja dawî ya rizgarkirina Kurdistana pîroz li gel miletê xwe li hemberî neyaran têbikoşin.
Yadkirina ENFALê bilindkirina meşala serxwebûnê ye.Îro agirê Babagurgur bûye meşala serxwebûnê,çar perçên Kurdistanê ronî dike.
Wek birêz Celal Talabanî dibêje;
‘’Kilîla çareserkirina kêşeya Kurd KERKÛK e,KERKÛK e û tene KERKÛK e.’’
BIJÎ KURD,
BIJÎ KURDISTAN,
BIJÎ ARTÊŞA KURDISTANÊ.
CİWANÊN NETEWÎ YÊN KURDISTANÊ