Davutoglu: PKK û hikûmet naxwazin Pirsa Kurd çareser bibe

Di kongreyî de Serokê Rêkxistina Partiya Paşeroj li Êlihê bi zimanê Kurdî pêşwazî li Davutoglu û amadebûyên kongreyî kir û bal kişanse ser wê yekê ku ew dê wê zincîrê bişkînin ya li devê xelkê hatiye dayîn û ew dê kar ji bo aştî û biratiyê bikin.

27.07.2020, Pts - 07:00

Davutoglu: PKK û hikûmet naxwazin Pirsa Kurd çareser bibe
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Serokê Partiya Paşerojê, Ahmet Davutoglu bi armanca beşarîkirina di yekem kongreya rêkxistinên partiya xwe de roja Şemiyê serdana bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê kir. Davutolu li Êlihê hem hikûmeta Tirkiyê û hem PKK bi tundî rexne kir û ragihand, herdu alî naxwazin Pirsa Kurd li Tirkiyê çareser bikin.

Serokê Partiya Paşerojê ya Tirkiyê Ahmet Davutoglu amadekariyên kongreya xwe ya giştî dike, da ku beşdarî hilbijartinên bihê yên Tirkiyê bibe. Davutoglu dest bi kongreyên bajaran jî kiriye û di vê çarçoveyê de jî serdana bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê kir. Davutoglu li balafirxaneya Êlihê ji aliyê rêkxistinên partiya xwe ve hat pêşwazîkirin.

Di kongreyî de Serokê Rêkxistina Partiya Paşeroj li Êlihê bi zimanê Kurdî pêşwazî li Davutoglu û amadebûyên kongreyî kir û bal kişanse ser wê yekê ku ew dê wê zincîrê bişkînin ya li devê xelkê hatiye dayîn û ew dê kar ji bo aştî û biratiyê bikin.

Ahmet Davutoglu jî li Êlihê bi zimanê Kurdî silav li beşdarên kongreyê kir û di derbarê pirsa Kurdî û çareseriya wê de bi tûndî hem hikûemta Tirkiyê û hem PKK rexne kirin û ew bi çaresernekirina Pirsa Kurdî li Tirkiyê tometbar kirin.

Davutoglu got: “Li aliyekê terora PKKê, li aliyê din ewên bi sûdwergirtin ji wê terorê berdewamiyê bi hebûna xwe didin, jiyaneke bi rûmet a mirovane ji bo we rewa nedîtin. Birayên min ên hêja, ew naxwazin li wî welatî aramî, geşepêdan û dadperwerî serwer be. Ew naxwazin li wî welatî wekhevî, şefafiyet û mafên mirov hebe. Razî ne bi mana Tirkiyê di nav bazineke girtî de ku li dora xwe bizivire, di nav paşmayên kêşeyên ji sedsala bihorî mane, çimku tenê wê demê dikarin berdewamiyê bidin desthilata xwe ya zêdegaviyê.”

Li gorî Davutoglu mijara perwerdeya bi zimanê dayîkê û çendîn mijarên weke wê, tiştên gelek rewa ne û nabe ku ti kesek asteng bike.

Serokê Partiya Paşeroj di derbarê pirsa nasnameya Kurdan de ragihand, nabe Tirkiye welatek be ku gotûbêjên sedsala derbasbûyî di derbarê pirsa nasname û maf û azadiyan de têde berdewam be û tekez kir ku ew li dijî cudakariyê ne.

Davutoglu got: “Îşaretdan bi wan mafên Xweda dane me, Kurdbûn, axaftina bi Kurdî kirin meseleyeke mezin. Bi corekê ji ber ji min re digotin serokwezîr, hin kes aciz dibûn, di demên bihorî de me ew dît, niha jî dibêjim, ewên aciz nedibûn bi wê yekê ku li derveyî welat bi zimanê Ingilîzî ku zimanekî biyanî ye ji min re digotin serokwezîr, dema bi zimanê resen ê vê axê, bi Kurdî dibêjin seork, çima aciz dibin.”

Davutoglu herwiha danîna qeyûman li ser şaredariyan ji aliyê hikûmetê ve rexne kir û tekez kir, ku wan reforama îdareyên xwecihî xistiye karnameya partiya xwe.

Partiya Paşerojê ji bo beşdarîkirina di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê de kar ji bo temamkirina mercên beşdarîkirinê dike û bi rêya encamdana kongreyên rêkxistinên xwe li parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, dixwaze di meha Îlona îsal de kongreya xwe ya giştî saz bike.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 725 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:42:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x