Daxuyaniya HAK-PARê ya Hilbijartina Herêmî ya 2024an

Daxuyaniya Partiya Maf û Azadiyanê (HAK-PAR) Hilbijartina Herêmî ya 2024an

29.02.2024, Per - 12:30

Daxuyaniya HAK-PARê ya Hilbijartina Herêmî ya 2024an
Nuçe Belav bike

Tirkiye welatekî wisa ye ku gelek komên etnîkî bi taybetî tirk û kurd lê dijîn û her wiha ji baweriyên cuda ku piraniya wan misilmanên sunî û elewî ne.

Lê belê avahiya wê ya îdarî, ne li gorî rewşa wê ya rasteqîn ya pirneteweyî û pirçandî ye.

Komara Tirkiyeyê dewleteke pir navendîparêz, unîter e ku hewl dide her kesî bi darê zorê di nav etnîsîteya tirk de bihelîne.

Îsrara rêveberan a di vê zîhnîyeta îdarî ya şaş de hemû pirsgirêkên heyî yên weke pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewîyan, ne demokratîkbûyînê, şêwazên otorîter û krîzên aborî yên hertimî didomîne an jî girantir dike.

Sedema ku mekanîzmaya 'rêveberiya herêmî' ya kevin û paşdemayî nikare dom bike, ev zîhniyeta paşketi ye.

Di dema îro de ku êdî tevahiya cîhana şaristanî dev ji nêzîkatiya otorîteriyê, zordariyê, zêde navendîparêziyê berdide û berê xwe dide têgihiştina herêmîbûn û nenavendîbûnê, ku rê dide beşdarbûna zêdetir û rasterast a gelê herêmê di mekanîzmayên biryargirtinê û xurtkirina çanda demokratîk de, lê Tirkiye berevajî vê, ji bo ku mafên Kurdan ên rewa nas neke sazumana xwe ya üniter bêtir hişk û navendîtir dike.

Ev tirs bû sedem ku Tirkiye îhtirazên xwe yên li ser Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê ya ku di 21'ê Mijdara 1988'an de îmze kiribû ranekir û nehişt ku rêveberiyên herêmî bikêrtir bin.

Rêvebiriyên herêmî bûne saziyên ku tenê xizmetên giştî yên mecbûrî pêşkêş dikin, û hertim di bin çav de û di bin wesayetê de tên girtin.

HAK-PAR alîgirê guhertina radîkal a sazûmana îdarî ya pir navendîparêz û unîter ya Tirkîyê ye. Divê sazuman ji nû ve bi şêwazekî federalî li gorî cudahîyan bê avakirin, û hilbijartina ne tenê serokên şaredarîyan, her weha hemî rêvebirên herêmî, di nav de walî û qeymeqam, ji hêla gelê herêmê bên hilbijartin.

Her wiha HAK-PAR parêzvaniya wê dike ku bêyî ku li benda hilbijartinên pêşwext rawestin, divê mafê mirovan hebe ku dema pêwîst bike bikaribe lêpirsîn, hesabpirsînê ji hilbijartiyên xwe yên herêmî bike û wan paşdevekişîne..

Li bajarê ku gelên xwedî ziman, çand û baweriyên cuda dijîn, HAK-PAR pêwîst dibîne ku gel di hemû qadên siyasî, çandî, civakî û aborî de, bi taybetî perwerde, tenduristî, jîngeh, çûnûhatin, xebatên gelemperiyê de, ji biryargirtin û afirandina polîtîkayên pêwîst de, bi wekhevî û dawerî beşdar û beberpirsyar be.

HAK-PAR di wê baweriyê de ye ku divê tundî û şer ji jiyana civakî bê derxistin û bi çareserkirina pirsgirêkên navend û herêmî bi rêbazên têkoşîna aştiyane û diyalogê di hawîrdora nîqaşên azad de hêz bi awayekî adil bê parvekirin.

Komara Federal;

Sîstemên federal formên îdarî û siyasî yên gel û civakên etnîkî ne ku li ser bingeha wekheviyê li erdnîgariyên pirneteweyî bi hev re dijîn. Nêzîkî nîvê cîhanê, di nav de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Rûsya, Belçîka, Kanada, Swêd, Avusturya, Hindistan û Afrîkaya Başûr ya îroyîn, modelên dewletê yên ku ji hêla pergalên federal ve têne rêvebirin qebûl kirine.

Komara Tirkiyeyê ji bo ku pirsgirêkên gangrenîk ên ku ji damezrandina xwe heta niha nekariye çareser bike, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd derbas bike, divê li gorî rastiya xwe ya pirzimanî, pirçandî, pirneteweyî bigihêje karakterek piralî; Divê bi awayekî federalî ji nû ve bê avakirin.

Divê li herêmên ku cudahî lê hene, bi taybetî jî li herêma ku Kurd piranî lê dijîn, pêkhateyên federe bên avakirin. Li ser vê bingehê yekane partiya HAK-PAR e ku parvekirina serweriya siyasî û îdarî pêwîst dibîne û çareseriya federal pêşniyar dike.

Divê Tirkiye veguhere avahiyeke federal.

Pirsgirêka Kurd

Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek e ku ji berê de maye û îro jî berdewam dike, ji ber ku çareseriyek adil nehatiye dîtin, her ku diçe giran dibe û zirareke mezin dide civakê.

Ji serdema dawî ya Împaratoriya Osmanî heta niha, daxwazên rewa yên gelê Kurd bi cih nehatin.Tevî ku di dema hilweşin û ji hev belavbûna împaratoriyê da bi hev re li dijî dagirkeriya biyaniyan rawestiyane û mil bi mil şer kirin jî, di serdema Komarê de hebûna Kurdan hate înkarkirin, ziman û çanda Kurdî hate qedexekirin. Ji hingê heta dema îro hewl hat dayîn ku ziman û çanda Kurdan tune bikin. Ev siyaseta şaş bi zext û tundiyê hat meşandin. Ev yek jî bêguman bû sedema ne razîbûna gelê Kurd û ji ber vê yekê jî tiştên ku dem bi dem diqewimin berdêlên gelekî giran didin civakê.

Di dawiyê de me şer û pevçûnek 40 salî dît, ku bû sedema wşndakirina jiyana 50 hezar kesan, bi taybetî wêrankirina herêmê, koçberbûna bi milyonan xelkê me û ziyanên madî yên mezin. Ji ber vê yekê Tirkiye di pêşbirka demokratîkbûn û pêşketinê de paşve ma.

Divê pirsgirêka Kurd bi çareseriyeke radîkal û mayînde bê çareserkirin.

Helbet divê çareserî adil be û ev jî bi avahiyeke nû ya li ser esasê wekheviyê pêkan e. Ji bo vê jî divê ev zîhnîyeta ku Kurdan paşguh dike û dixwaze welat bi yek rengî boyax bike. Divê ev sîstema unîtert a bi vê têgihiştinê were terikandin û sîstemek federal bê qebûlkirin.

Sîstema federal li hemû welatên şaristanî ku ji aliyê ziman û baweriyên cuda ve pirrengî ne, ji yekî zêdetir gel û komên etnîk dijîn dijîn, tê pejirandin.

Federasyon ne parçebûn e, şêwazek bihevrejiyana aştiyane ye.

Ji ber vê sedemê em wek HAK-PAR federasyonê diparêzin û li vî welatî yekane partiya ku doza çareseriyeke wiha wekhevîxwaz û adil dike em in.

Divê kurdî li kêleka tirkî bibe zimanê fermî. Dibe ku li welatekî ji yek zimanî zêdetir zimanên fermî hebin, li gorî pêkhateya etnîkî û çandî ya piralî ya wî welatî. Di cîhana me de bi dehan welatên weha hene, di nav wan de Swîsre, Belçîka, Kanada, Federasyona Rûsyayê, Hindistan û Komara Afrîkaya Başûr.

Zimanê Kurdî ji sala 1958an vir ve li Iraqê zimanê fermî yê duyemîn e. Iraq bi Destûra Bingehîn a sala 2005’an bûye federal û Herêma Kurdistanê bi navê “Hikûmeta Herêma Kurdistanê” rêveberiya xwe ya federe ava kir.

Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di Destûra Bingehîn a nû de cih bigire. Zimanek ji dibistana seretayî heta zanîngehan di dibistanan de neyê xwendin û di qada giştî de azad neyê bikaranîn, mirov nikare bêje azad e.

Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji bo azadiya ziman û çandî ya etnîkên din ên mîna Ereb, Laz û Çerkez jî ku li welatê me dijîn, pêwîst e.

Em wek HAK-PAR ji welatiyên ku dixwazin pirsgirêka Kurd li ser bingeheke wiha adilane û wekhevîxwaz çareser bibe û azadî û aştiyê dixwazin dengan dixwazin.

Pirsgirêka Elewî, azadiya baweriyê

Pirsgirêka Elewiyan yek ji pirsgirêkên girîng ên welatê me ye. Elewiyên ku li vî welatî nêzî 15-20 mîlyon nifûsa wan tê texmînkirin, demeke dirêj rastî cudakariyê hatin, zext û zordarî li wan hat kirin û neçar man ku nasnameya xwe veşêrin. Ji bilî Elewiyan, cudakarî û zordestî bi şêweyên curbecur li ser komên baweriyên din ên weke Xiristiyan, Cihû û Kurdên Êzidî jî berdewam dike.

Çareserkirina vê jî bi bi cîhkirina sekulerîzma rast mumkun e e.

Di demên dawî de zextên li ser Elewiyan kêm bûne. Êdî nasnameyên xwe venaşêrin, komele û cemxane ava dikin û ayînên xwe eşkere dikin. Lê hê jî hin daxwazên mafdar ên Elewiyan nehatine bersivandin. Rewşa malên Cem hê jî nayê naskirin. Perwerdehiya olî ya mecbûrî hîna jî berdewam dike.

Ji bilî Elewiyan, cudakarî û zordestî bi şêweyên curbecur li ser komên baweriyên din ên weke Xiristiyan, Cihû û Kurdên Êzidî jî berdewam dike.

Çareserkirina vê jî bi jiyankirina sekulerîzma rast gengaz e. Ev welat tu carî laîk nebûye. Heya ku saziyeke dewletê ya ku li gor Îslama Sunî-Henefî hatiye teşekirin hebe, wek Serokatiya Karên Diyanetê û heta ku perwerdeya olî ya li gor heman baweriyê ji bo hemû welatiyan mecbûrî be, em nikarin qala hebûna sekularîzmê bikin.

Serokatiya Karên Diyanetê dikare bibe weqf an jî saziyeke taybet û ji bo misilmanên sunî xizmetên pêwîst bidomîne. Divê êdî perwerdeya olî ne mecbûrî be. Endamên hemû baweriyan dikarin weqf û saziyên bi vî rengî ji bo pêkanîna xizmetên xwe yên olî ava bikin.

Ji bo ku Tirkiye bi rastî laîk bibe, divê dewlet xwe ji qada olî vekişîne. Divê tu bawerî neyê çewisandin, tu bawerî neyê îmtiyaz kirin.

Em wek HAK-PAR, laîkbûn û azadiya baweriyê diparêzin. Bi vê boneyê em ji hemû welatiyên ku alîgirê azadiya baweriyê û li dijî zilmê ne, deng dixwazin.

Endamtiya Yekîtiya Ewropî û demokrasiyek piralî-beşdar di Standardên Ewropî de

Em wek HAK-PAR piştgiriya endamtiya Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de dikin û dixwazin di zûtirîn dem de endamtiya tam pêk were. Ji bo vê jî divê Tirkiye di zûtirîn dem de reformên pêwîst biqedîne û pêwîstiyên endamtiya Yekîtiya Ewropayê pêk bîne.

Her çend Tirkiye welatên Yekîtiya Ewropayê bi derengxistina endamtiya tam sûcdar kir jî, lê di pêkanîna reformên di vî warî de her tim bi derengî, hêdî û ne ji dil tevgeriya. Ji bo demokratîkbûyîn, şefafiyet û geşepêdana aborî ya Tirkiyeyê jî bicihanîna pêdiviyên Krîterên Kopenhagê û avêtina gavên din ên ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê pêwîst in.

Em demokrasiyek piralî û beşdar a li gorî standardên Yekîtiya Ewropî diparêzin. Divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya fikir, rêxistin û çapemeniyê bên rakirin. Divê hemû partî û komeleyên siyasî yên ku şîdetê red dikin, li gorî

Peymana Venedîkê azad bin.

Divê Qanûna Partiyên Siyasî, Qanûna Hilbijartinê, Qanûna Cezayan bêne demokratîkkirin; Divê TMK bê rakirin.

Divê bendava hilbijartinê bi temamî bê rakirin, her partiyek li gorî dengên ku distîne bikaribe nûnerekî xwe li parlamentoyê bi cih bike û li gorî dengên ku distîne alîkariya xezîneyê werbigire.

Em li ser mijarên girîng ên ku dê bandorê li jiyana hemwelatiyan li seranserê welêt an herêmî bike, referandumên giştî an herêmî diparêzin. Ji ber vê yekê em ji welatiyan dixwazin ku li ser mijarên ku wan eleqedar dikin xwedî gotin û biryarê bin.

Destûreke nû, sivîl, demokratîk

Em wek HAK-PAR alîgirê makeqanûneke nû, sivîl, demokratîk in. Makezagoneke wisa ye ku dikare zemîna çareseriya pirsgirêkên girîng ên ku îro welat pê re rû bi rû ne, pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewiyan ava bike û demokratîkbûyîneke nûjen, piralî û bi beşdariyê pêk bîne.

Destûra bingehîn a nû divê bi taybetî van sê prensîbên jêrîn bihewîne: Pênaseya hemwelatîbûnê ku her kesî li gorî pêkhateya civakî ya cihêreng a welat bigire nav xwe, avahiyek siyasî û îdarî ya nenavendî ku destûrê bide nemerkezîbûnê û perwerdehiya bi zimanê dayikê.

Her wiha divê di makezagona nû de maf û azadiyên bingehîn li gorî pîvanên YE’yê cih bigire.

Mafên jinan û pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan

Li welatê me, tevlêbûna jinan a di jiyana civakî û siyasî de hîn jî ji pîvanên Yekîtiya Ewropayê dûr e. Em alîgir in ku li welatê me astengiyên li pêşiya beşdarbûna wekhev a jinan di jiyana civakî û siyasî de li welatê me bên rakirin, li gorî Peymana Rakirina Hemû Cêwaziyên Dijî Jinan (CEDAW) ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin.

Mixabin li welatê me tundiya li ser jinê her berdewam dike. Her roj bi giştî 3-4 jin ji aliyê xizm, hevjîn û qaşo hezkiriyên xwe ve tên qetilkirin.

Weke HAK-PAR em alîgir in ku ji bo pêşîgirtina li şîdeta li ser jinan û beşdarbûna wê ya bi bandortir di jiyana civakî û siyasî de xebateke xurt bê kirin.

Ji bo parastina jinan ji şîdetê, em ê hejmareke têra xwe stargeh, tedbîrên ewlehiyê û tedbîrên din ên aborî û civakî yên din bistînin da ku jin xwe li ser lingan bigrin.

Perwerdeya zarok û mezinan ji bo ji holê rakirina darazên kevnar ên ku şîdeta li ser jinan dimeşînin girîng e. Naveroka mufredatê divê li gor wê were rêzkirin.

Weke HAK-PAR emê Peymana Pêşîlêgirtin û Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê û Şîdeta Navmalê ya Konseya Ewropayê ku wek Peymana Stenbolê tê binavkirin, ku di 11.05.2011 de hatibû îmzekirin lê bi biryara Serokomariyê di sala 2021ê de hatibû betalkirin, ji nû ve zindî bikin.

Perwerde

HAK-PAR wê derfetê bide her kesî ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyek bêpere û nûjen werbigire, ev jî dê perwerdehiya ku bi îdiaya wê divê di bin daraza rêveberiyên herêmî de be, ji amûra polîtîkayên asîmîlasyonê dûr bixe.

Perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji baxçeyên zarokan bigre heta zanîngehan wê di hemû astên perwerdeyê de hebe.

Em ê pergala perwerdehiyê ji têgihiştinên ku şer û şîdet û axaftinên nîjadperest-şovenîst pîroz dikin, paqij bikin. Em ê li dijî zîhniyeta ku kesên din û rengên cuda yên civakê û cîhanê weke dijmin dibîne têbikoşin. Em ê li ba zarok û ciwanan hezkirin û tolerasyona li hember mirovahiyê teşwîq bikin.

Şerê navxweyî ku bi salan e berdewam dike, meyla şîdetê di civakê de jî zêde kir û ev yek jî di serî de tundiya li ser jin û zarokan bi şêweyên cuda xwe dide der. Civak bi mirovên hêrsbûyî tije ye ku di her kêliyê de amade ne ku biteqin.

Weke HAK-PAR em ê bi rêbazên aştiyane, li ser esasê edalet û wekheviyê pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane çareser bikin û bi vî awayî aştiya karsaziyê misoger bikin. Em ji bo vê yekê bicih bînin amade ne.

Mafên karkeran

Mafên karkeran li welatê me hîn jî ji pîvanên Yekîtiya Ewropayê dûr in. Rêjeyek mezin a karkeran ne sendîkayî ne. Bi taybetî rewşa karkerên di şîrketên taşeron de xerabtir e. Her roj bi giştî 3-4 karker di qezayên kar de dimirin.

Mekanîzmayên ku mafên karkeran diparêzin kêm in an jî baş naxebitin; li ser wan bi qasî ku pêwîst e kontrol nîne. Gihîştina vê yekê bi nêzîkatiya rêveberiyê ya ku ji kedê re rêz digre mumkun e.

Weke HAK-PAR em ê bixebitin ku mafên karkeran di asta welatên modern, şaristanî de bên bidestxistin. Em ê ji bo tenduristî û ewlehiya xebatkaran tedbîrên cidî û bi bandor bigirin. Em li aliyê kedê ne û yên ku keda wan tên xwarin mafên wan diparêzin.

Rêveberiyên Herêmî

Weke HAK-PAR em soz didin ku em ê di warê rêveberiyên herêmî de xebatên mînak pêşkêşî gel bikin.

Em ê polîtîkayeke bajarvaniyê ya nûjen, plansazkirî, paqij, li ser bingehê mirovî û jînbar bişopînin.

Bajarên me îro bûne çolên betonê ên ku hema bêje êdî nefesê nagrin. Li bajaran çûn û hatin dibe wek wek îşkenceyekê. Em ê nehêlin ku mîmariya bajarî ji ber menfaetên hin derdoran a ji bo qazana bi lez û bez bên serûbinkirin û betonkirin. Ji bo xisara ku heta niha di vî warî de çêbûye sererast bikin, em ê xebatên sîstematîk, plankirî bimeşînin.

Berevajî polîtîkayên ku pirsgirêka xaniyan li bajaran vediguherînin qada qezencê, em ê projeyên bi taybet bi pêş bixin ku mebesta wan ew be ku her kes, nemaze xizan, bibin xwediyê xanî.

Em ê girîngiyeke taybet bidin parastina hewzên ava bajaran û temînkirina ava paqij û erzan.

Em ê ji bo komkirin û vezîvirandina bermayiyan pergalên bi bandor, dostên xwezayê ava bikin û berî hertiştî ewlebûna xwarin vexwarinê mîsoger bikin.

Em ê qadên kesk biparêzin û fireh bikin. Em ê bajaran bi park û baxçe, seyrangeh, ji bo zarokan qadên lîstikê, ji bo ciwan û mezinan qadên werzîşê ji bo jiyanê xweştir bikin

Kuçe û kolan damarên xwîna bajaran in. Mixabin îro bi taybetî li bajarên mezin ev damar xitimîne û bajar dikin bifetisin. Ji bo seyrûsefera rehet binesaziyek baş, plansazkirî hewce ye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, pêdivî ye ku hemî bajarên mezin û yên nîvçemezin bi toreke veguheztina li bin erdê , ango metroyê ve werin girêdan û bi pergalên otobus û rêyên hesinî veguheztina li ser erdê hêsan bibe. Em wek HAK-PAR vê yekê dixwazin.

Em ê di çûn-hatina nav bajaran de jî para sîstema hesinî zêde bikin.

Ji ber ku welatê me herêmeke erdhejê ye, em ê xasima bixebitin bidin ku avahî û xanî bi hêz bin.

Ji bo asankirin û pêşxistina çalakiyên civakî û çandî li bajar û bajarokan em ê hejmareke têra xwe mal û navendên çandî ava bikin. Partiyên siyasî, komele û rêxistinên çandê dema hewce bike, bê pere yan jî bi heqê kêm, bikaribin li van malan civîn, konferans û xebatên çandî li dar bixin.

Em ê bixebitin ku rêveberiyên herêmî ji bo parastin û pêşveçûna azad a ziman û çandên cihê yên ku li herêmê hene, tevkarî û piştgirîya xwe pêşkêş bikin.

Em ê ji bo parastina zarok û ciwanan ji tiryak û adetên neyînî yên nebaş, tedbîran bigirin. Em ê meclîsên parêzgehan û şaredariyan teşwîq bikin ku ji bo zarok û ciwanên sêwî û belengaz xebatên parastinê, perwerdehî, kar û pîşeyî li dar bixin û malên zarok û ciwanan ava bikin.

Em ê saziyan ava bikin û çavkaniyan ji bo xanî, tenduristî, alîkariya xurek û piştgiriya civakî ya bi vî rengî bidin mirovên hewcedar.

Her wiha ji bo çareseriya bêkariyê li bajaran û ji bo zêdekirina dahata gelê herêmê em ê xebatên taybet jî bikin. Ji bo vê jî em ê çavkaniyên aborî, civakî û çandî û potansiyela tûrîzmê ya bajêr bi plansaziyeke baş veguherînin veberhênanan û piştgiriya çandinî û rêncberiyê bikin.

Em ê îhtirazên ku Tirkiye li ser Peymana Xweseriya Xweseriya Herêmî ya Ewropayê ku mafên di vê peymanê de sînordar dike rakin.

Em di wê baweriyê de ne ku di dîtina çareseriya pirsgirêkên herêmî de rola bingehîn a rêveberiyên herêmî bi xwe be. Divê meclîsên herêmî mîna parlamentoyên herêmî kar bikin. Xizmetên wek perwerde, tenduristî û ewlekariya herêmî divê ji aliyê rêveberiyên herêmî ve bên dayîn. Divê walî, qeymeqam û midûrên polîsan jî weke şaredaran ji aliyê gelê herêmê ve bên hilbijartin. Em wek HAK-PAR dê ji bo pêkanîna sîstemeke wiha ya rêveberiya herêmî bixebitin.

Parastina jîngeha xwezayî

Ji bo bajar û bajarokên nûjen, hemdem û herêmeke gundî ya ku tê jiyîn, parastina xwezayê û pêşîgirtina wêrankirina wê pêwîst e. Em wek HAK-PAR girîngiya vê yekê dizanin.

Ji bo parastin û zêdekirina qadên kesk; Bi gotineke din parastin û dewlemendkirina daristanên welêt, nebat û cureyên ajalan yek ji karên sereke ye ku divê bê kirin. Divê bajarvanîbûn û pîşesazîbûn bi têgihiştineke hûrbîn a parastina jîngehê re paralel bimeşin. Pîşesazî û bajarîbûna bê plan û bêhiş ku hewa, ax, çem, gol û deryayan qirêj dike, qadên avê ziwa dike, mirovan dilşad nake. Erdê me feqîr dike û jiyanê dijwar dike.

Parastina xwezayê tê wateya parastina siberoja me. Parastina xwezayê tê wateya hiştina cîhaneke xweş ji zarokên xwe re.

Ji ber vê sedemê divê em ji kreşê dest pê bikin bernameyên ku girîngiya parastina cewherî di pergala perwerdehiyê de vedihewîne bi cih bikin. Divê ciwanên me bi vê têgihiştinê mezin bibin.

Divê encûmenên parêzgehan û şaredariyan girîngiyê bidin lêkolînên ku welatiyan di vê mijarê de agahdar dikin.

HAK-PAR alîgirê şêwazeke nû ya siyasetê ye

Welatiyên hêja,

Em wek HAK-PAR, şêwazeke nû ya siyasetê diparêzin: Siyaseteke rast, vekirî, bi prensîb û bi biryar.

Li vî welatî siyaset ne bi prensiban lêbelê li ser pêşdaraziyan tê kirin; li ser bingeha hêrsê, ne aqil, polarbûn û şer heye. Ev têgihiştin, li şûna nîqaşa şaristanî, şer dipejirîne. Lê bi vî awayî dîtina rastiyê û hevdu fêmkirinê, çareseriyên hevbeş ne mimkûn e.

Em siyaseteke li gorî prensîb û aqil dişopînin, ne bi pêşdarazî û hêrsê. Em alîgirê çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane ne. Bi şer û tundiyê kêşe çareser nabin. Em dikarin pirsgirêkên xwe bi rêbazên aştiyane, bi nîqaşan, ji raya giştî re ravekirin û bi desteka gel re çareser bikin.

Em şêwazeke nû ya siyasetê dişopînin û baweriya xwe bi gel tînin.

Em dikarin bi hev re cîhanek azad, aştiyane û bijîyan ava bikin.

Ji ber van sedeman em dengên we û piştgiriya we dixwazin.

* * *

Welatiyên hêja,

Her kesê ku azadî, demokrasî, aştî û guhertinê dixwaze,

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi daxwaz, şêwaz û rêbazên xwe yên siyasî partiyeke cuda ye.

HAK-PAR partiya azadî û aştiyê ye.

HAK-PAR partiya demokrasî û guhertinê ye.

HAK-PAR ji bo çareseriya aştiyane û wekhevî ya pirsgirêka Kurd!

HAK-PAR ji bo perwerdeya bêpere û giştî ya bi zimanê dayikê!

Ji bo çareseriya pirsgirêka elewiyan û laîktiya rast HAK-PAR!

HAK-PAR ji bo demokrasiya nûjen, piralî, beşdar!

HAK-PAR ji bo mafên jinan û karkeran û mafên civakî yên berfireh!

HAK-PAR ji bo siberoja azad a zarok û ciwanên me!

HAK-PAR ji bo bajarên bijîyan, nûjen û paqij!

HAK-PAR partiya we ye.

Werin em qedera xwe biguherînin û bi hev re paşeroja xwe ava bikin!

PARTIYA MAF Û AZADIYAN – HAK-PAR

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 179 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:56:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x