DEM Partiyê biryar da namzedên xwe destnîşan bike: Demîrtaş daxuyanî da

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agriyê Sirri Sakik çû serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demirtaş ku li girtîgeha Edirneyê tê ragirtin.

06.02.2024, Sal - 07:16

DEM Partiyê biryar da namzedên xwe destnîşan bike: Demîrtaş daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Selahattîn Demîrtaş ji Sakik re li ser hilbijartinên herêmî nirxandin kirin.

Sakik ragihand ku Demîrtaş gotiye, “DEM Partî ne paldanka ti kesî ye.”

Li gorî nûçeya Medyascope ya Ferît Aslan, Demîrtaş û Sakik li ser hilbijartinên herêmî axivîne.

Demîrtaş ji Sakik re diyar kiriye ku pêwîst e DEM Partî di hilbijartinên herêmî de amadekariyeke bi rêkûpêk bi rê ve bibe.

Herwiha Demîrtaş got ku pêwîst e DEM Partî windahiyên xwe yên di hilbijartên giştî yên dawiyê de telafî bike.

Sakik: Windakirina Îmamoglu ne pirsgirêka me ye

Sakik bi bîr xist ku dema gotin ew dê bi berbijêrê xwe bikevin hilbijartinê, hin kesan bi hinceta ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dê winda bike bertek nîşan dan û got:

“Em niha dibêjin em bi berbijêrên xwe bikevin hilbijartinê, ew dibêjin ‘dê Îmamoglu winda bike.’

Ev ne pirsgirêka me ye. Ya ku ji me re girîng e ne windakirin û qezenckirina du blokên wekhev e.

Ji me re ya giring wekî siyaseta rêya sêyem pêşketina siyaseta demokratîk e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:46:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x