Demirtaş: Di vê qonaxê de dest ji siyaseta aktîf berdidim

Siyasetvanê Kurd û hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş di peyamekê de ragihand, ku di qonaxa niha de dê dest ji siyaseta aktîf berde.

31.05.2023, Çar - 13:29

Demirtaş: Di vê qonaxê de dest ji siyaseta aktîf berdidim
Nuçe Belav bike

Selahatin Demirtaş ku niha li Girtîgeha Tîma F a Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê beşek ji hevpeyvîna xwe ya bi Artî Gerçekê re weşandiye. Di vê beşê de ku li ser twittera xwe belav kiriye, Demirtaş dibêje: “Di vê qonaxê de dest ji siyaseta aktîf berdidim.”

Twitta Demirtaş wiha ye:

“Silav. Ez ji hevpeyvîna xwe ya ku dê sibê di Artî Gerçekê de bê weşandin du paragrafan bi we re parve dikim:

Ez li ser navê xwe lêborîna xwe dixwazim, ji ber ku min nekarî siyaseteke layiqî gelê me bimeşînim. Ez soz didim ku bi xebatên xwe yên pratîkî van kêmasiyan çareser bikim.

Her weha, spas ji bo rexneyên çêker li min. Ez ê hewl bidim ku ji rexneyan sûd werbigirim. Ez weke hemû hevalên xwe yên ji girtîgehê têkoşînê bi berxwedanê dimeşînim, di vê qonaxê de jî dev ji siyaseta aktîf berdidim.

Ez silavên xwe yên rêhevaltiyê ji we hemûyan re dişînim evîndarê min û we hemûyan bi hesret hembêz dikim. Bi hêviya dîtina we di rojên azad de.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 218 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x