Demîrtaş: HDPê daxwaza min a berbijêriya serokomariyê red kir

Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku wî ji partiya xwe re gotiye ew ji bo berbijêriya serokomariya Tirkiyê amade ye, lê ev yek ji aliyê rêveberiya HDPê ve bêyî hincet hatiye redkirin.

01.06.2023, Per - 09:16

Demîrtaş: HDPê daxwaza min a berbijêriya serokomariyê red kir
Nuçe Belav bike

Selahattîn Demîrtaş ê ku niha li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye, bersiva pirsên rojnameger Îrfan Aktan da û ew hevpeyvîn îro Pêncşemê 1ê Hezîrana 2023yan di malpera Arti Gerçekê de hat belavkirin.

Demîrtaş di hevpeyvîna xwe de ku beşek ji wê duh li ser twitterê jî bilav kiribû dibêje: “Ez li ser navê xwe lêborîna xwe dixwazim, ji ber ku min nekarî siyaseteke layiqî gelê me bimeşînim. Ez soz didim ku bi xebatên xwe yên pratîkî van kêmasiyan çareser bikim. Her weha, spas ji bo rexneyên sûdmend ên li min tên kirin. Ez dê hewl bidim ku ji rexneyan sûd werbigirim. Ez weke hemû hevalên xwe dê ji girtîgehê têkoşînê bi berxwedanê bimeşînim, di vê qonaxê de jî dev ji siyaseta aktîv berdidim.”

“Daxwaza min red kirin”

Demîrtaş dibêje: “Beriya ku nîqaşên berbijêriya serokomariyê dest pê bikin, min ji navenda patiya xwe re got ku ez amade me ku bibim berbijêrê serokomariyê û em dikarin di vê qonaxê de hilbijartinan bihêlin bo geram duyemîn û bi tevgerên demokratîk zêdetir tevkariyê bikin. Herwiha min got ku berbijêriyam min dikare rêjeya dengên partiya me zêde bike. Herwiha min got ku qedexeya min a siyasî nîne, lê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê berbijêriya min red bike jî, wê demê dê hêsantir be ku em berbijêrê xwe bidin nasîn. Lê belê ev pêşniyar bêyî ku hincetekî bidin hat redkirin. Ez hê jî sedema wê nizanim. Dema ku ev nîqaş dihatin kirin erdhej çêbû û piştre jî pêvajo ber bi dernexistina berbijêr ve çû. Ev biryar bi hevbeşî ji aliyê navenda giştî ya partiya me û pêkhateyên hevpeymaniyê ve hatiye dayîn.”

“Ez HDPyî me û ez dê wisa jî bim”

Li ser pirsa “Ji niha û pê de hûn dê çi bikin? Hûn dê siyaseteke çawa bimeşînin?” Demîrtaş got: “Beriya niha bi çend mehan, min ji navenda me ya giştî re gotibû, encam çi dibe bila bibe, ez dê piştî hilbijartinan dest ji siyaseta aktîf berdim. Ez hîna jî li ser vê nêrîna xwe me. Ez bawer dikim ku hemû rêhevalên bi dil û can têkoşînê didin, em dê vê pêvajoyê bi hêza xwe ya cewherî û serkeftinê temam bikin. Di vê mijarê de baweriya min bi hemûyan heye. Rexne û pêşniyarên min ên li partiya me, bi temamî bi armanceke niyetpak e. Bila ti kes hewl nede ku rexneyên min ji bo ziyandana HDPê bikar bîne. Bila baş bizanin ez HDPyî me û ez dê wisa jî bim.”

Derbarê encamên hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê û serokomariya wî welatî de jî Demîrtaş got: “Min ev encam hêvî nedikirin. Ez li bendê bûm Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglu dengên zêdetir bidest bixin. Kiliçdaroglu di hilbijartinê de bi ser ket. Lê di serî de bi hîle, bi dengên ji derveyî Tirkiyê hatine bikaranîn û hinek tiştên din Erdogan di vê hilbijartinê de weke fermî bi ser ket.”

"Pêwîst e guhertin di rêveberiyê de bên kirin”

Demirtaş rexneyên xwe yên li ser rêveberiya HDPê jî anî ziman û got ku divê kongreya giştî bi lez û bez ji parêzgeh û navçeyan destpê bike.

Demîrtaş got, "Ez di wê baweriyê de me ku bi guhertina rêveberiyê re xwîneke taze lazim e. Bi qasî ku ez dibînim, gelê me ji rêveberiya partiyê, bi taybetî jî ji hevserokan, vê berpirsyariyê hêvî dikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:21:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x