Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxûyaniyeke rojnemevanî de diyar kir ku, biryara daxistina firokxaneyên herêma Kurdistanê ne yasayî û ne destûrî ye.
Dizeyî tekez kir ku, biryara Serokwezîrê Iraqê Heyder 'Ebadî bi pileya yekem, li dijî welatiyên herêma Kurdistanê ye.
Herweha got, hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam amade bû di jêr serpereştiya desteya firokevanîya sivîl a Iraqê de kar bike. Lê hikûmeta Iraqê amade nîn e, tu pêngavekê di vê derbarê de bavêje