Du komîte ji nûnerên hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê tên pêkanîn

PDK û YNKê biryar dan, pêngavên pêwîst ji bo pêkanîna komîteyeke taybet ji hemû aliyan bo serpireştîkirina proseya referandumê û amadekirina zemîneyê bavêjin. Herwiha PDKê û YNKê bang li tevahiya gelê Kurdistanê kirin, ku “di vê proseya giring, netewî û niştimanî de hevkar û piştevanî bin”.

12.04.2017, Çar - 07:00

Du komîte ji nûnerên hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê tên pêkanîn
Nuçe Belav bike

Bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, PDK û YNK îro li Hewlêrê civiyan û hewl û xebatên ji bo lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê nirxandin.

Piştî civînê, daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin û encamên nirxandin û gengeşyên her du aliyan li ser hewlên ji bo referandumê hatin aşkerekirin.

Daxuyanî bi wan gotinan dest pê dike: “Di berdewamiya civînên hevbeş ên navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, civîna hevbeş a her du polîtboruyan ji bo biryardan û lidûvçûna wan mijarên ku di civîna berê de gotûbêj li ser hatibûn kirin û komîte ji wan re hatibûn avakirin, hat encamdan”.

Herwiha hatiye gotin, her sê komîteyên ku ji bo serdankirina Bexdayê, serdana partî û aliyên siyasî û netewî yên Kurdistanê û civîna bi konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê re hatibûn avakirin, raportên xwe pêşkêşî civînê kirin û li ser her yek ji wan biryarên pêwîst hatin dan.

Li ser vê mijarê daxuyanî wiha dibêje: “Di mijara yekem a civînê de, ew komîteya ku serdana Bexdayê kiribû, kurteya serdana xwe û naveroka civînên xwe li gel Serokomarê Iraqê, Serokê Parlamentoyê û Serokwezîr û hêz û aliyên siyasî yên Iraqê pêşkêş kir. Di encamê de biryar hat dayîn, ku komîteyeke bilind bi şêwira li gel hemû aliyên siyasî û netewî yên Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina daxwaza û pirsgirêkên navbera me de, bi taybet di vê rewşê de ku xelkê Kurdistanê ber bi referandumê ve pêngavan davêje, were pêkanîn.

Di mijara duyem de, ev komîteya ku têkildarî mijara referandumê ji bo pêwendîkirin û serdana partî û aliyên siyasî û netewî yên Kurdistanê hatibû erkdarkirin, naveroka civînên xwe û nêrîn û helwestên aliyan gihande civînê, piştî şirove û nirxandin wan nêrînên ku di wan serdan û hevdîtinan de derketibûn, civînê biryar da ku pêngavên pêwîst ji bo avakirina komîteyeke taybet ji hemû aliyan bo serpireştîkirina proseya referandumê û amadekirina zemîneya pêwîst bo dabînkirina pêdawîstiyên proseyê bi şêweyekê giştî, bavêje”.

Derbarê civîna bi konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê de jî amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku raporta wê komîteyê ya derbarê civîna li gel konsul û nûnerên welatan de hat nirxandin û tekez hat kirin ku encamên wê civînê erênî bûne.

PDK û YNK herwiha têkildarî referanduma serxwebûna Kurdistanê, bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin û li gorî daxuyaniyê tê gotin: “Civînê daxwazek arasteyê kesûkarên şehîdan û pêşmergeyên netirs, hemû hêz û aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û medyakar û tevahiya gelê Kurdistanê kir, ku di vê proseya giring û netewî û niştimanî de hevkar û piştevanî bin”.

Di beşeke din a daxuyaniyê de jî behsa arîşe û pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hatiye kirin û li ser wê yekê tê gotin: “Gotûbêj li ser hemû arîşe û pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hat kirin û tekezî li ser xurtkirina hewlên me û bikaranîna hemû hêz û şiyanên me bi awayekê hevbeş ji bo dîtine rêyeke çareseriyê û piştevaniya rêkarên yasyaî û pêngavên saziyên fermî hat kirin”.

Herwiha YNKê nexşerêya xwe pêşkêşî PDKê kiriye û her du aliyan biryar dane, ku civînên hevbeş ên navbera wan berdewam bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:32:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x