Dîzeyî: Referandûm nayê maneya yekser ragihandina dewletê

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî li ser referandûmê da xuyakirin, referandûm nayê wateya yekser ragihandina dewletbûnê, bêhtir wek kartekê ye li hember Bexdayê. Dîzeyî herwiha got ku Komîsyana Desteya Bilind a Hilbijartinan ji bo referandûmê amade ye.

03.04.2017, Pts - 08:03

Dîzeyî: Referandûm nayê maneya yekser ragihandina dewletê
Nuçe Belav bike

Dîzeyî li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ji rojnamevanan re ragihand, referandûm ne karekî veşarî yê piştperdeyan e û Komîsyona Desteya Bilind a Hilbijartinan amade ye di demeke guncaw de pêk bîne.

Berdevkê hikûmetê bal kişand ser ku beriya çend salan jî referandûm hatiye rojevê, lê ji ber şerê DAIŞê hatiye paşxistin û wiha axivî: "Lê belê ji ber şerê DAIŞê dema wê hat guhertin. Ji ber geşedanan armanca sereke ya Herêma Kurdistanê, hikûmeta navendî ya Iraqê û tevahiya herêmê, bû têkoşîna DAIŞê. Niha jî DAIŞ ber şikestinê ve diçe û dîsa meseleya referandûmê hat rojevê."

Dîzeyî li ser encam û bandora referandûmê jî got, "Referandûma ku bê kirin, yekser nayê maneya ragihandina dewletê. Lê dema hevdîtin bi Bexdayê re werin kirin, dê wek kartekê di destê herêma Kurdistanê de be. Referandûm tenê ne daxwaziya partiyeke siyasî ye, dê nîşan bide ku îradeya tevahiya gel e. Divê referandûm di vê çarçoveyê de were nirxandin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:10:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x