ENKSê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku Serokê Daîreya Karûbarên Sûriyeyê ya Wezareta Derve ya Brîtanyayê teqez kiriye ku "piştgiriyê didin mafên meşrû yên gelê kurd li Sûriyeyê" û diyar kiriye ku " ji aliyê prensîbî ve helwesta ENKSê ya vekişîna ji civînên Cenevê fêm dikin".
Herwiha ENKSê di daxuyaniyê de diyar kir ku "herdû alî di civînê de behsa rewşa siyasî, ewlekarî û aborî ya Kurdistana Sûriyeyê û geşedanên dawî yên Cenevê kiriye".
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Cîgirê Serokê Îtîlafa Sûrî Dr Ebdulhekîm Beşar, Endamê Heyeta Siyasî Hewas Xelîl û Endamê Daîreya Ragihandinê Şelal Kedo jî beşdarî civînê bûne.