Fîgen Yuksekdag: Piştevanîkirina Kiliçdaroglu xelet bû

Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ragihand ku di hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê de piştevanîkirina HDPê ya bo berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu “bijardeyeke xelet” bû û got, “Min û siyasetmedarên HDPyiyên di girtîgehê de me dixwest ku em di hilbijartinên parlamenteriyê de bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin û bi nîşandana berbijêrê xwe hêza xwe zêdetir bikin.

17.06.2023, Cts - 07:54

Fîgen Yuksekdag: Piştevanîkirina Kiliçdaroglu xelet bû
Nuçe Belav bike

Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ku ji sala 2016an ve girtî ye, ji malpera nûçeyan a Middle East Eye re nameyek nivîsî û tê de li ser hilbijartinên 14ê Gulanê, helwesta partiya xwe ya di wan hilbijartinan de û rewşa girtiyên siyasî çend nirxand kirin.

Di hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê yên Serokkomoriyê de HDPê bêyî şert û merc piştevaniya berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir, Yuksek da ev helwesta partiya xwe wek “bijaredeyeke xelet” binav kir û got, “ Ez jî di nav de hemû siyasetmedarên HDPyî yên di girtîgehê de, me xwest ku em di hilbijartinên parlementeriyê de bi yek lîsteyê beşdar bibin û bi nîşandana berbijêrê xwe hêza xwe zêdetir bikin û me ev yek parast.”

Fîgen Yuksekdag diyar kir ku hilbijartinên 2023an bo HDPê pêvojeyeke bê mînak bû û got, “HDPê bala xwe neda ser hêza xwe û tecrûbeya wê ya heta niha bi bijardeya xelet a Kiliçdaroglu bi encam bû.”

Hevseroka berê ya HDPê ameje bi wê yekê jî da ku wê bi xwe û girtiyên din ên di girtîgehê de hewl dane siyasetmedareke jin a di girtîgehê de weke berbijêrê nîşan bidin, lê ev yek ji ber amadekariyên dereng û “bê biryariya lawaz” a HDPê bê encam maye.

Fîgen Yuksekdag ragihand ku girtiyên siyasî di girtîgehên Tirkiyê de “rûbirûyî tecrîdek taybet û guvaşê” dibin û got, “Şertûmercên girtîgehê ji yên hemû deman xirabtir in. Hejmara girtiyan her roj zêdetir dibe û şertûmerc her ku diçin xirabtir dibin.”

Di berdewamiya nameya xwe de Yuksekdag balkişand ser girîngiya pirsa Kurd û çareseriya wê û got, “Çaresernerkirina pirsa Kurd li ser bingehekî demokratîk bo me herdemekî mijareke girîng bûye û ev hêjî wisa ye.”

Hevseroka berê ya HDPê herî dawî dibêje, “Ez her demekê geşbîni im. Di demekê de ku radest bûn ne bijardeyeke, ji bo ku em geşbîn nebin ti sedemek nîne. Têkoşîna siyasî ji bo me ti demekê asan nebûye. Vê yekê jî fêrî me kir ku em geşbîn bin û ji siberojê bi hêvî bin.”

Hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksekdag 4ê Mijdara 2016an bi hinceta “endamtî û piştevanîkirina rêxistinê” hat girtin û ji wê demê ve li girtîgeha Kandira ya Kocaelî girtî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 253 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:34:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x