Geverî: Ne mimkûn e ku krîzek di navbera PDK û PKKê de rû bide

Parlementerê HDPê Adem Geverî ji bo gotin û îdîayên derbarê operasyonek pêkan a PDKê bi ser Şengalê ve û krîzek ya di navbera PDK û PKKê de got: Tev spekulasyon in. Qet ne mimkûn e ku krîzek di navbera herdû aliyan de derkev e."

29.12.2016, Per - 09:51

Geverî: Ne mimkûn e ku krîzek di navbera PDK û PKKê de rû bide
Nuçe Belav bike

Parlementerê HDPê û endamê Hareketa Azadiyê Adem Geverî beriya niha eyamekê gerek ber bi Herêma Kurdistanê pêk anîbû. Geverî hevdîtin derheqê rewşa dawî ya kurdan de çêkir û bi gelek dezgehên kurd re civiya.

Adem Geverî gera xwe ji Spûtnîk Kurdistanê nirxand û behsa daxuyaniyên dawî yên rayedarên PKKê û PDKê kir ku derbarê Şengalê de ne: " Qet ne mimkûn e ku di navbera PDK û PKK de krîzek rû bide ji ber ku herdû alî jî ji bo başbûna rewşa kurdan her hevkar in."

Adem Geverî bibîr anî di medyayê de hin beyanên neyînî ji bo dijberiya herdû aliyan tên dayîn, lê heya niha ji aliye Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî ve yan jî ji aliye desthilatdarên PKKê ve beyanek bi vî rengî nehatiye dayîn.

Adem Geverî diyar kir, ji ber ku rewşa rêveberiya Şengalê bi awayekî fiîlî ye û rasterast negirêdayî Herêma Kurdistanê ye, PKK bi hêsanî li wir faaliyetên xwe berdewam dike, lê ew nayê wê manê ku dê PKK heta hetayê li wir bimîn e yan jî dê PDK bikaribe PKKê ji Şengalê derxe.

Geverî wiha got:" Gotin û peyvên derheqê krîza di navbera PKK û PDKê de spekûlasyon in. Şengal perçeyek yê axa Kurdistanê ye. Bi taybet jî biser başûrê Kurdistanê ve ye, lê wekî ku hun jî dizanin berî ku DAIŞ wê derê dagir bike, girêdayî Hikûmeta navendî û sîstema baxdayê bû. Piştgre peşmerge û şervanan bi hev re Şengal azad kirin.

Rewşa Şengalê ji aliye hiqûqê ve rewşeke fiîlî ye. Tiştên ku me bihistiye di navbera herdû aliyan de bizavên bo hevkariyê hene. Peyamên ku tên dayîn ne peyamên fermî ne. Heger wisa bûna aşkere me dikarin bejin ku helbet parlemento û berpirsên îdareya parlementoyê wê birêve bibe. lê baridoxa emnîyeta vê heremê heta ku bînin garantiye dê PKK karibe li wir bimîne. Heger statuya şengalê bidin Herêma Kurdistanê helbet dê PKK jî hêzên xwe ji wir bikişîne. Qet ez bawer nakim ku di navbera PKK û PDKê de krîzek rû bide."

Adem Geverî diyar kir PKK jî PDK jî di vê serdemê de bê mesûliyet tevnagerin û wiha berdewam kir: "Hem xetereya DAIŞê heye, hem pirsgirêkên navxweyî hene. Hem êrîşên Tirkiye û Îranê bi ser kurdan ve hene, li Rojava jî şereke bêhempa heye. Heta dibe ku Esad û hevrêyên wî jî bi operasyonekê biçin ser xelkê Rojava de. Em dixwazin PYD jî bi vê hesasiyetê tevbigere."

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1348 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:52:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x