Bizava Gorran ragihand ku ew pêşniyara PDK û YNKê ya aktîfkirina parlamentoya Kurdistanê qebûl nakin. Piştî Tevgera Gorran naha jî Komela Îslamî ya Kurdistanê pêşneyara YNKê û PDKê ya çalak kirina parlamentoya Kurdistanê red kir.
Bizava Gorran îro li ser pêşniyara PDK û YNKê ya aktîfkirina parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de, ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, hatiye gotin ku Gorran normalkirina rewşa siyasî û aktîfkirina parlamentoyê, bi şert û merc qebûl nake, divê ti mercek li kêleka wê pêşniyarê neyê danîn.
Gorranê her wiha ragihandiye ku ew ji 12 Cotmeha 2015 ve heta niha daxwaz dikin parlamento bi desteya serokatiyê ya niha aktîf bibe.
Endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre gotibû, parlamentoya Kurdistanê dê dest bi karên xwe bike lê serokê parlamentoyê Yûsif Mihemed dê yekemîn civîna parlamentoyê birêve bibe paşê dê yekî din li dewsa wî were danîn.
Serokê parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed, roja 12 Cotmeha 2015 ji Silêmaniyê diçû Hewlêrê lê ji aliyê hêzên asayişê ve hat astengkirin. Ji wê demê ve heta niha parlamento pasîf maye.
Berdevkê fermî yê Komela Îslamî ya Kurdistanê Rêbwar Hemed di civîneke çapemeniyê ya li bajarê Silêmaniyê ragehand: ‘’Hemû aliyan amaje bi pirsgirêkên aştî û yekdengiyê kirine û ew pêşnayara hatiye kirin, wan pirsgirêkan çareser nake, em dipirsin başe gohertina serokê parlamentoyê bo çi? Çawa du alî di cîha aliyên din de biryar didin?’’
Herwaha got, divê parlamento bi bername û serokatiya naha heyî ve berdewama karê xwe bike.