Gorran: Hewldanên PDKê yên çareserkirina pirsên siyasî pir başin

Berpirsekî Tevgera Gorran ji ber pêkhatina gotûbêjan keyfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir: ‘’Ew destpêşxeriya PDKê pir baş bû.’’

20.12.2016, Sal - 10:17

Gorran: Hewldanên PDKê yên çareserkirina pirsên siyasî pir başin
Nuçe Belav bike

Berpirsê Tevgera Gorran Umêd Heme Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji salekê zêdetire pirsgirêk geheştine astekî pir bilind di navbera aliyên siyasî de, ev jî bûye sedem ku rûniştin di navbera aliyan de pêkan nebe, bi taybet jî PDK û Tevgera Gorran. Ji ber vê jî eger PDK cidî be di vê destpêşxeriya çareserkirina pirsgirêkan û gohertina serokatiyan de, dikare bibe destpêşxeriyek baş bo çareseriya pirsgirêkên siyasî û herwaha bo pirsgirêkên din jî.’’

Herwaha got: ‘’Berdewam pirsgirêkên siyasî yên Kurdistanê li çapemeniyêde destpê dike, ji bo vê li berçav girtina aştiyane ya çapemeniyê dikare zemîn û bingeheke baş li gel xwe derxe holê.’’

Duh 20.12.2016ê şandeya PDKê serdana Tevgera Gorran û YNKê kir û piştre hate ragehandin ku civîn erênî bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1865 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:19:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x