HAK-PAR: Dem dema Kurdistanîbûnê ye ne Tirkbûnê

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan ragihand ku ew dixwazin Kurd bixwe nûnertiya xwe bikin. Duzgun Kaplan herwiha got: “Dem dema Kurdistanîbûnê ye ne Tirkbûnê ye.”

07.05.2023, Paz - 19:18

HAK-PAR: Dem dema Kurdistanîbûnê ye ne Tirkbûnê
Nuçe Belav bike

Bernameya Berbijêr a ku Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akinci amade dike, vê carê Serokê Giştî yê HAK-PARê û berbijêrê Amedê Duzgun Kaplan bûye mêvanan. Duzgun Kaplan derbarê plan û projeyên partiya xwe de ji Abdulselam Akincî re axivî.

Derbarê xwe de Duzgun Kaplan got: “Ez ji Dêrsimê me û li Gundê Cet ê girêdayî bajarokê Muxindî yê ser bi navçeya Mazgêrdê hatimê dinê. Duzgun Baba li Dêrsimê di warî olî de kesekî taybet e, navê min jî ji wê derê tê. Duzgun tê wetaya mechûl ango nenas. Em weke êşir Şedaddî ne. Em dikarin bibêjin em neviyên Selahadînê Eyubî ne.”

Kaplan da zanîn ku wî di 19 saliya xwe de weke endamê Partiya Gel a Kedê (HEP) dest bi siyasetê kiriye û piştî girtina HEPê ew tevlî DEPê bûye.

“Divê Kurd bixwe nûnertiya Kurdan bike”

Kaplan diyar kir ku weke HAK-PAR di hilbijartinan de du xal hene ji bo wan girîng in û wiha pê de çû: “Di hilbijartinan de tifaqên Tirkan ên rast, çep û hemû pêkhateyan hebû, lê tifaqa partiyên Kurdistanî nebû. Di hilbijartinên ku li Tirkiyeyê dihatin kirin de pêwîstî bi tifaqa Kurdistanî hebû. Me xwest ku dengên Kurdan jî hebe. Ya duyemîn jî me xwest ku nûnertiya Kurdan hebe. Rojhilata Navîn serobin dibe û her kes doza mafên xwe dike. Kurd miletekî qedîm û xwedî nifûseke mezin e. Bi hezar salan li ser xaka xwe dijî. Lê Kurd bi salan e bêyî temesilyet in. Di hemû hilbijartinan de ev pirsgirêk derdikeve. Kurd bi kesên ji neteweyên din tên temsîlkirin. Em vê yekê rast nabînin. Em dixwazin bi destê zarokên Kurd nûnertiyek çêbikin.”

"Pirsgirêka kurd bi federasyonê çareser dibe"

Li ser pirsa ku ferqa HAK-PAR û partiyên din ên wekî HDP, YSP û HUDAPARê çi ye? Kaplan wiha bersivand: “Ji xwe HDP bi xwe jî dibêje em ne partiyeke Kurdî ne. Cudahiya me ji partiyên din ew e ku em dibêjin pirsgirêka sereke ya vî welatî pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye. Kurd miletek e û divê her kes wisa qebûl bike. Em dibêjin mafê her miletî çi dibe bila bibe, bila mafê Kurdan jî ew be. Yanî em di wê baweriyê de ne ku divê pirsgirêk bi avakirina federasyonek bo Kurdan di nav sînorên Tirkiyê de bê çareserkirin. Ji ber ku çareseriya hemû dewletên aqlêselîm wiha ye. Federasyon ne parçebûn e, herdu milet jî dikarin bi hev re wekhev bijîn û welat birêve bibin. Yek ji van daxwazên ku me behs kir, di nava daxwazên ti partiyên din ên ku ketine hilbijartinê de nîne. Di bernameya HUDAPARê de tê gotin ku "divê federasyon bê nîqaşkirin", lê em em daxwaza federasyonê dikin. Hesasiyeta wan a bingehîn Îslam e.”

Kaplan destnîşan kir ku ew dizanin daxwazên wan bi hêsanî pêk nayên û got: “Têkoşîn dûr û dirêj e. Tu nikarî di nav 10 salan de jî pirsê çareser bikî. Eger em bikevin parlamentoyê em dê siyaseteke aqilane û aştiyanê bimeşînin. Divê êş û derdên miletê Kurd ji miletên din re vebêjin û parve bikin.”

Derbarê tifaqa partiya xwe de jî Kaplan got ku Partiya Demokrata Kurd (KDP Kurd) û Hereketa Azadî tevlî tifaqa wan bûye û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û TEVGERê jî gotiye dê piştevaniya HAK-PARê bikin.

"Di vê hilbijartinê de dibe ku surprîzek çêbibe"

Kaplan bi bîr xist ku HAK-PARê di hilbijartinên 2015an de 110 hezar deng wergirtine û wiha pê de çû: “Di wan hilbijartinan de HAK-PAR bû partiya 8emîn. Di van hilbijartinan de ‘xeteke netewî’ heye ku piştgirî dide kesên ku hem li dijî sîstemê û Kurd bigihîjin mafên xwe yên rewa. Herwiha dengên bi tepkî hene. Armanca me ew e ku di van hilbijartinan de van hemûyan hembêz bikin. Ez bawer dikim ku dê hin surprîzek dê çêbibe û dengên me zêde bibin."

"Niha dema dema Kurdistanîbûnê ye, ne dema Tirkbûnê ye"

Kaplan di heman demê de destnîşan kir ku zêdebûna dengên HAK-PARê ji bo Kurdan dê bibe fersendeke gelek baş got: “Eger dengên me zêde bibin,dwê bi awayekî erênî tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurd bike û hevsengiyê çêbike. Di warê demokrasiya Kurdan de jî girîng e. Niha ne dema Tirkbûnê ye, lê dem dema Kurdistanîbûnê ye. Bi dîtina me nêrîna eger demokrasî were Tirkiyê dê pirsgirêka Kurd çareser bibe şaş e. Em dibêjin; eger pirsgirêka Kurd çareser bibe dê demokrasî were Tirkiyê.”

“Em hilbijartina serokkomariyê protesto dikin”

Kaplan bang li Kurdan kir ku di hilbijartinên serokomariyê de dengên vala bidin û got, “Em bang li gelê Kurd dikin ku biçin ser sindoqan û bila dengê xwe bide dengê Kurdan. Bila Kurd dengê xwe bidin HAKPARê ji ber ku em baş dizanin pirsa Kurd û Kurdistanê çiye. Bila ji bo serokkomariyê jî dengên vala bavêjin, piştgiriya kesî nekin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:24:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x