HAK-PARê di TRTê de bi Kurdî propagandaya xwe kir: Em federasyonê dixwazin

Ji hilbijartinên 14ê Gualanê re ku hefteyek maye, di TRTê de axaftinên propagandayê yên partiyên siyasî dest pê kir. Axaftina hilbijartinê ya HAK-PAR, Partiya Welat û Partiya Yekîtiya Edaletê pêk hat. HAK-PARê bi Kurdî propagandaya xwe kir.

07.05.2023, Paz - 19:22

HAK-PARê di TRTê de bi Kurdî propagandaya xwe kir: Em federasyonê dixwazin
Nuçe Belav bike

Li ser navê partiyê Cîgirê Serokê Giştî Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Arif Sevînç, ji bo hilbijartina giştî ya parlamenteriyê ya serdema 28an axaftineke propagandayê kir.

Arif Sevînç di axaftina xwe ya bi Kurdî de diyar kir ku di nav 24 partiyên ku beşdarî hilbijartinê bûne de yekane partiya ku mafên Kurdan yên bingehîn nas dike partiya wan e, û got: “Partiya ku federasyonê dixwaze HAK-PAR e.”

Sevînç anî ziman ku di erdhejên 6ê Sibatê yên navêndên wê Mereşê bûn de 13 parêzgeh zerareke mezin dîtine û ji kesûkarên qurbaniyan re sersaxî xwest û got: “Ev êş û birîneke mezin e ku ne tenê xelkê van bajar û gundan, lê hemû însanê me pê êşiya. Ez bi navê xwe û bi navê HAK-PARê, ji mirîyan re rehmet, ji yên mayî re sersaxî dixwazim. Û hêvî dikim ev rewşa giran li herêmê rojek berê bê çareserkin û gele meyî koçkirî vegere cî û warên xwe.”

Sevînç got: “Va ye li welat hilbijartineke teze çêdibe û em HAK-PAR jî tê da cî digrin. Vê dawîyê rewşa aborî gelek xirab bûye; xelk ji ber buhayî, birçitî, betalî perişan bûye û ji vî halî gazinan dike, dıxwazê jê ra çare bê dîtin. Lê gelo sedema bingehîn ya xirabbuna abori çiye. Çare çi ye? Em, wek HAK-PAR tim dibêjin: Pirsa Tirkiyê ya herî mezin pirsa Kurd e û sedema pirsa aborî jî dîsa pirsa Kurd e. Yên ku Tirkiye ava kirin, di destpêkê da soz dabûn ku heqê Kurdan nas bikin. Lê pişt re hebûna milletê Kurd înkar kirin, ziman û çanda Kurdî qedexe kirin, xwestin Kurdan bi zorê bihelînin bikin Tirk.”

Sevînç da zanîn Kurdan her tin heqê xwestine û wiha pê de çû: “Tiştekî tabiyî ye ku Kurd ji vê yekê re razî nebûn, heqê xwe xwestin. Lê dewletê li ciyê ku heqê wan nas bike, ajote ser wan, şer û pevçûn çêbûn û heya îro hat. Kurd gelek êşîyan, çend caran wek Diyarbekir, Zîlan û Dêrsim bi kitlewî hatin kuştin û sirgûn bûn. Ji ber vê yekê Tirkiyê jî di vî sedsalî de aşitî nedît û nekarî bibe welatekî demokrat.

Tirkiye ku welateki dewlemend e, hatinên gel û welat di rîya şer de serf kir. Lê Tevgera Kurd ji bo azadiyê dîsa jî venemirî. Kurdan dev ji xwestina heq û azadîyên xwe bernedan. Berê, Tevgera Kurd bi rê-olaxên aştîxwaz kar û xebat dikirin. Lê mixabin Dewleta kûr PKK derxist pêşiya tevgera Kurd a welatparêz. Bi deste wê şerê rêxistinên welatparêz kir û tevgera Kurd kire rêyeke şaş. Hêzên şovîn û mîlîtarîst, terora PKK kirin mane, Gotin: `Em dijî terore şer dikin` û gund û bajarên Kurdan şewitandin, hilweşandin û vala kirin. Kurd bi milyonan koçber bûn. Ev şerê qirêj ji destpêka sala 1980 vir da ajot û hat. Di vê navberê ra ji 50 hezarî zêdetir xortê Kurdan ku PKK xapand û bir sere çiyê, jiyana xwe winda kirin. Her wiha jî bi hezaran eskerê Tirk.”

Di beşeke din a axaftina xwe Sevînç amaje bi wê yekê kir ku şer ti caran nebûye çareserî got: “Çawa me li jorê got, digel ewqas mirin, koçberî, xisar, tu tişt çareser nebû. Serda jî rewşa Tirkiyê her çû xirab bû. Li Tirkiyê şovinî û militarizm xurt bû, Kurd jî ketin bin tesîra rêxistineke sexte û şaş wek PKK. Hatına gel û welat, bi gotineke din nanê gel, di dest hêzên şerxwazda bû gulle, bombe, tank û top. Tirkiyê tenê di vê 40 salê dawî de ji bo sîlahan û şer 3 trilyon dolar xerc kiriye. Bedêla vê yekê jî helbet krîzên aborî ne.”

Berdewamiya Cigirê Serokê Gişti yê HAK-PARê Arif Sevînç wiha ye:

Xwîşk û birayên delal,

Em wek HAK-PAR vê yekê dibêjin: Sedemê rewşa aborî ya xirab pirsa Kurd e. Ango nas nekirina mafê Kurdan e. Tu partiyeke ku îro dikeve hilbijartinê, ji HAK-PARê pêve, vê rastîyê nabêje. Nabêjin ev 3 trilyon dolarê ku di riya şer da çû, bo çi?

Nabêjin em çima heqê kurdan nadinê? Da ku aşitî were welat, hatina me di avê da neçe. Em bi wan sedmilyar, bi trilyon dolaran welatê xwe ava bikin. Xuya ye dile wan tune dev ji siyaseta şaş berdin. Hingê ew çawa dikarin pirsen dinê çareser bikin, çare ji birçitî û bettaliyê ra bibinin.

Xwîşk û birayên delal,

Vê rastiyê tene HAK-PAR dibêje. Em dibêjin, werin em heqê Kurdan yên rewa bidinê. Yek ji wan mafê ziman e. 25 milyon Kurdê Bakûr, bila bikaribe bi zimanê xwe perwerde be, ji dibistanê heya zanîngehê. Digel Tirkî bila Kurdî jî bibe zimanê fermî.

Yek ji wan mafan, rêvabirina karê herêmê bi destê îdareya herêmî ye. Ew jî bi sîstemeke federali dibe. Divê Tirkiye dev ji sistema ûnîter berde û bibe federal.

Hingê Kurd jî li welatê xwe sazîyên federe (parlamen û hukumeta herêmî) ava bikin û karê herêma xwe bi destê xwe bi rêva bibin. Hingê him gele Kurd azad be him jî Aşitî û demokratî were welatên me. Herwiha jî hatina welat bo karên civakî û aborî bêne xerckirin. Ne feqîrî bimîne, ne bettalî.

Hingê em dikarin ji bo mafên jinan, bo mafên xebatkaran jî gavên baş bavêjin. Hingê em dikarin gund û bajarên delal, xanîyên baş avabikin, da ku di erdhêjan da kawil ne bin, bi ber lehîyan nekevin, ji bahozan xisar nebînin.

Belê, Xwîşk û birayên delal, Pirsên vî welatî herçiqas mezin in, çareserî jî heye. Lê karbidestên vî welatî ji destpêkê vir da ji paranoyekî xilas ne bûn.

Dibêjin ger em heqê Kurdan bidinê welat parçe dibe. Ew federaliyê jî wek parçebûn nîşan didin. Lê ev dîtin ji serî heya binî şaş e. Bi federalî tu welat parçe nabe. Federalî şiklekî bi hevra jiyanê ya medenî ye. Gelek welatên medenî xwedî sîstemeke federali ne. Wek nimûne Swîsre, Belçika

Rusya, Almanya, Hinistan Çin û Dewleta Yekbûyî ya Amêrîka jî federal in (Nav li ser e: Dewletên yekbûyi…)

Li dinyayê bi vî şiklî bi dehan welatên federal hene.

Guhdarên ezîz, xwîşk û birayên delal, Kurdno di nav 24 partiyên ku di vê hilbijartinê de cî digrin, yê ku dibêje mafên gelê Kurd yên bingehîn bila bêne naskirin, tenê HAK-PAR e. Ya ku federasyon dixwaze tene HAK-PAR e.

HAK-PAR her wisa jî azadiya bîr û bawerî ya rasteqîn dixwaze. Da ku baweriya xwe ya olî, yan mezhebi çi dibe bila bibe, dijî tu kesî neheqî û cudakarî nebe. Di vê carçoveyê de pirsa Elewîyan ji, ku li vî welatî dora 20 mîlyon in, çareser be. Ango partiya ku bi rasti azadî, aşitî û demokratî dixwaze HAK-PAR e.

Cihê HAK-PARê ser pusulayê dengan da 2 yemin daye. Eger hûn jî dixwazin pirsa Kurd bê çareserkirin û Kurd heqê xwe bistînin dengê xwe bidin HAK-PARê. Yên ku dixwazin azadiya bîr û bawerî ya rasteqîn bê vî welatî dengê xwe bidin HAK-PARê.

Çi Kurd çi Tirk, herçî kesê ku dixwaze aşitî û demokratî bê vî welatî dengê xwe bidin HAK-PARê. Eger hûn jî dixwazin nanê gel nebe bombe û fîşeng, tang û top, dengê xwe bidin HAK-PARê. Eger hûn jî dixwazin xortên Kurd û Tirk li sere çiyan nemirin, şer bighê dawî, dengê xwe bidin HAK-PARê. Eger hûn jî dixwazin pîrsa aborî çareser be; feqîrî, bettalî, birçitî nemine, dengê xwe bidin HAK-PARê.

HAK-PAR Partiya we ye, yên ku azadî, aşitî û wekhevî dixwazin.Eger hûn dixwazin dengê we di avê da neçe, bidin HAK-PAR’ê, wê xurt bikin. Dengê xwe bidin HAK-PARê ku av û hewa biguhure, dahatûya we û ya zarokên we delal be.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 356 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:34:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x