Hasîp Kaplan: Çima Onder li derve lê Demirtaş girtî ye?

Parlamenterê berê yê HDPê Hasîp Kaplan serbestberdana Sirri Sureyya Onder û girtîbûna Selahattîn Demîrtaş weke "du standardî" nirxand.

02.06.2023, Cum - 09:26

Hasîp Kaplan: Çima Onder li derve lê Demirtaş girtî ye?
Nuçe Belav bike

Hasîp Kaplan di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de diyar kir ku Sirri Sureyya Onder û Selahattin Demirtaş di heman rojê de li Stenbolê axivîne û parêzerên wan di heman demê de îtîraz kirine, Onder hatiye berdan û Demîrtaş hê jî di girtîgehê de ye.

Herwiha Kaplan diyar kir ku ew “wek hiqûqnasekî vê yekê fam nake” û wiha pirsî "Kesek dikare ji min re rave bike?"

Hasîp Kaplan di parvekirina xwe de wiha dibêje:

“Wek hiqûqnasekî tiştekî ku ez fêm nakim heye, di Newroza Stenbolê ya 2023an de S.Demirtaş û S.S.Onder di heman rojê de li Stenbolê axivîn, heman parêzeran di heman demê de îtiraz kirin, SSOnder bi biryara Dadgeha Destûrê hate berdan, biryara Demîrtaş hate pesendkirin. Kesek dikare ji min re rave bike? Du standardî.!"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 422 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:27:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x