HDP beşdarî mîtînga CHPê dibe

HDPê dê beşdarî mîtînga ku di dawiya Meşa Edaletê de were lidarxistin bibe. HDPê ragihand ku bi slogana ‘Ji bo her kesê edalet' beşdarî mîtîngê bibin.

07.07.2017, Cum - 06:32

HDP beşdarî mîtînga CHPê dibe
Nuçe Belav bike

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPê, têkildarî "Mîtînga Edaletê ya ku di 9ê Tîrmehê de li Maltepe ya Stenbolê bê lidarxisin îro daxuyaniyek nîvîskî da.

Di daxuyaniya bi sernavê ‘Em piştgirî didin Mîtîna Edaletê ya 9ê Tîrmehê' de wiha hate gotin: "Bi armanca piştgirîkirin, lêgerîn û tevgerên civakî ya em girîng dibînin û têkoşîna wê dikin, bi sirûda ‘Ji bo her kesê edalet' beşdarî mîtînga 9ê Tîrmehê ya ku wê li Senbolê bê lidraxisin dibîn."

"Di gava destpêkê de em di wê fikrê de bûn ku wê sûdekî girîng bide civaka Tirkiyeyê, em hêdî hêdî digihêjin merheleya dawî ya Meşa Edaletê ku me piştgirî û peyamên xwe arasteyî wê kir. Edalet û daxwaz yek ji mijarên herî zêde bang û lêgerîna wê li Tirkiyeyê tê kirin û têkoşîna wê tê kirin. Di heman demê de lêgerîna edalet û têkoşîna wê di heman demê de têkoşîna demokrasi, wekhevî, maf, azadî û aştiyê ye. Bi armanca piştgirîkirin û destekdayîna lêgerîn û tevgerên civakî ya em girîng dibînin û têkoşîna wê dikin, bi sirûda ‘Ji bo her kesê edalet' beşdarî mîtînga 9ê Tîrmehê ya ku wê li Senbolê bê lidraxisin dibîn."

"Di wê baweriyê de ne ku gelên vî welatî, hemû mirovên xwedî wijdan û hestyar; pariyên siyasî, saziyên civaka sivîl, sendîka, rêxistinên civak sivîl, komele û di warê edalet, demokrasî, wekhevî, aştî û têkoşîna azadiyê de hemfikirin."

"Mafê mirovan ên gerdûnî û azadî, rêgezên hiqûqa demokrasî ya gerdûnî, li ser bingehê peymanên demokrastîk ên navneteweyî bilindkirina têkoşîna demokrasiyê û xurtkirina wê erka herî mezin a me hemû yane."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:14:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x