HDP: Em biryara bilindkirina alaya Kurdistanê pîroz dikin

Parlamenter û Berdevka Encûmena Jinan a HDPê Dirayet Taşdemir derbarê biryara Encûmana Parêzgeha Kerkûkê ya bilindkirina Alaya Kurdistanê de axivî û got, "wan kesên ev biryar daye pîroz dikin. Divê hurmet nîşan bidin li himberî vê biryarê."

29.03.2017, Çar - 13:58

HDP: Em biryara bilindkirina alaya Kurdistanê pîroz dikin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Taşdemirê wiha gotiye, "Demeke dirêj e em bêjin Kerkûkê em bêjin gel dijîn paştiya wan de dîrokeke xurt heye, çandeke xurt heye. Li kêleka hev, meclîsê biryareke wisa daye ku ala Kurdistanê jî li Kerkûkê were daliqandin. Bi rastî gerek mirov hurmetê nîşan vê biryarê bide ji ber ku gelên li wir dijîn meclîsa wan ev biryar daye, li hember vê biryarê jî gerek mirov hurmet nîşan bide ku ev ne pirsgirêkek e. Yên ku biryar dane wisa biryara xwe dane. Em jî wan pîroz dikin. Înşallah nebe sedema pirsgirêkeke din jî."

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê duh 28 Adarê li ser daxwaza Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm civiya û biryara bilindkirina alaya Kurdistanê li bajarî pesend kir ku êdî dê li gel alaya Iraqê li ser tevahiya avahiyên dam û dezgehên hikûmî bê bilindkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:34:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x