HDP û hevpeymanên xwe piştî hilbijartinan bo cara yekem dicivin

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê ji bo nirxandina encamên hilbijartinan îro bo cara yekem dicive.

14.06.2023, Çar - 07:40

HDP û hevpeymanên xwe piştî hilbijartinan bo cara yekem dicivin
Nuçe Belav bike

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serkêşiya wê dike, piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê yên parlamento û serokkomariya Tirkiyê, îro Çarşemê 14ê Hezîrana 2023an bi armanca nirxandina encamên wan hilbijartinan û tabloya ku piştî hilbijartinan derketiye holê bo cara yekem dicive. Civîn demjimêr 10.30an li navenda Giştî ya HDPê ya li Enqerê tê kirin.

Nûner, hevserok û hevberdevkên, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Çepên Kesk (YSP) û Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF) beşdarî civînê dibin ku aliyên Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ne.

Proseya hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê û hevpeymaniyê, tabloya piştî hilbijartinan çêbûye û nexşerêya derbarê serdemên pêş ên Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de û plansaziyên derbarê vê yekê de mijarên sereke ne ku di vê civînê de bên nirxandin.

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê hevpeymaniyeke siyasî ye û di 25ê Tebaxa 2022an bi pêşengiya HDPê bo hevahengiya hilbijartinên giştî yên 14ê Gulana 2023an hatibû avakirin.

Ji bilî partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) hemû aliyên di nav hevpeymaniyê de bo hilbijartinên parlamenteriyê yên 14ê Gulanê ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk (YSP) beşdarî hilbijartinan bûn û bi ji sedî 8.8ê dengan 62 kursî li Parlamentoya Tirkiyê misogerkirin.

TÎP jî ku ji derveyî hevpeymaniyê bi nav û logoya xwe beşdarî hilbijartinan bû ji sedî 1.73ê dengan bidest xist û 4 kursî li Parlamentoya Tirkiyê misoger kirin. Di hilbijartinên 14ê Gulanê de HDPê bi stratejiya xwe ya hevpeymaniyan derdora ji sedî 3ê dengên xwe ji dest dan.

Ji ber di hilbijartinên 2018an de bi ji sedî 11.7ê dengan 67 parlemnter şandibûn Parlamentoyê. Ev pêngava HDPê û bi taybetî hevpeymaniya ligel çepên Tirkiyê piştî hilbijartinan di nav dengderên Kurd ên HDPê û beşek ji berpirsên wê de jî bûbû sedema karvedanan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 205 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:09:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x