Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) beşdarbûna xwe di nav civînên dijbereya Sûriyeyê û Cenêvê de vekişand.
Li gorî zanyariyên berdest, ji ber ku dijbereya Sûriyeyê razî nebû projeya ENKSê bibe beşek ji danûstandinan, lewma beşdarbûna xwe di nav civînên dijbereyê û Cenêvê de da sekinandin
Endamê Şanda Danûstandin a Dijbereyê Fûad Elîko, Endamê Desteya Bilind a Danûstandin Hekîm Beşar, Emdamê Komîteya Şêwirdariya siyasî Hewas Egîd, Endamê Komîteya Ragihandinê Rêzan Osman ku di heman demê de nûnerên ENKSê ne civînîn şanda dijbereyê boykot kirin û êdi ew beşdarî civînan nabin.
Hat ragihandin ku Desteya Bilind a Danûstandinan razî nebû ku projeya Encûmena Niştîmaniya ya Kurd bibe beşek ji danûstandinên bi şanderê navneteweyî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura re.