Endamên Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê Evdirehman Gundikî û Orhan Kaya roja 19.03.2017an , li Hewlêrê seredana Mekteb Eleqat a PDKê kirin.
Heyeta PAKê li Mekteb Eleqat a PDKê ji alîyê berpirsê nû yê Mekteb Eleqat a PDKê rêzdar Elî Huseyîn û rêveberê Mekteb Eleqat a PDKê rêzdar Nîzar Botanî ve hate pêşewazî kirin.
Heyeta PAKê ji bo wazîfeya wî ya nû ya berpirsiyarîya Mekteb Eleqat a PDKê , rêzdar Elî Huseyîn pîroz kir.
Rêzdaran Elî Huseyîn û Nîzar Botanî bi pêşewazîyeke germ û dostane spasîya heyeta PAKê kirin.
Di vê hevdîtine de Ji bo pêşdebirin û xurt kirina peywendîyên herdu partîyan û rûdanên li her çar perçeyên Kurdistanê de herdu alîyan bîr û rayên xwe anîn ziman.