HEZKURDê ji bo berfirekirina xebatên Zimanê Kurdî, serdana partiyan kir.

Hereketa Zimanê Kurdî(HEZKURD) ji bo xebatên zimên berfireh bibin û di warê Zimanê Kurdî da helwesteke neteweyî çêbibe, dest bi pêngaveke nû kir.

17.04.2022, Paz - 18:43

HEZKURDê ji bo berfirekirina xebatên Zimanê Kurdî, serdana partiyan kir.
Nuçe Belav bike

Piştî kampanya û xebatên xwe yên ji bo dersên hilbijarî, HEZKURDê biryar da ku divê hemî cûdahî, nakokî û pirsgirêkên di nav Miletê Kurd da rawestin û hemî pêkhatiyên Miletê Kurd li dora maseya zimên ya rewa bicivin.

Di vê çarçoveyê da, HEZKURDê daxuyanîyek ji bo raya giştî ya Kurd ra amadekir.

"Te zanîn ku, Hereketa Zimanê Kurdî(HEZKURD) ji bo hişmendiya Zimanê Kurdî di nava Neteweya Kurd da bilind bibe, di 15 Cotmeha 2020an de bi avayêkî fermî nav û rêvebirîya xwe û armancên xwe ragihandibû. Ji wê rojê şûn da, HEZKURDê kar û xebatên zimên bi şêweyekî medenî û rewa birêvebir. Herî dawî, kampanya ku ji bo dersên hilbijarî yên Kirmanckî/Zazakî û Kurmancî dabû destpêkirin, di serî da bi saya Medya Kurdî û bi saya saziyên rêzdar û partiyên Kurdan yên kedkar, ew kampanya gelekî mezin bû û ji hêla hemî Miletê Kurd va hat hembêzkirina û bû mulkê hemî Neteweya Kurd.

Piştî kampanya û proseya dersên hilbijarî yên Kurdî, Miletê Kurd dît ku Zimanê Kurdî dikare bibe hîmê yekbûna neteweyî. Bi vê mebestê, HEZKURDê bi dawîbûna proseya dersên hilbijarî, dest bi serdanên hemî sazî, dezge, rêxistin û partiyên ku piştgirî dan kampanyayê kir. Hin serdanên ji bo saziyên ragihandinê, weşanxane, baro û komeleyan pêk hatin. Li gel van serdanan, HEZKURDê dest bi serdanên partiyên Kurdan jî kir. Û dê serdanên ji bo pêşxistina hişmendiya Zimanê Kurdî yên li gel saziyan sivîl û rêxistinên siyasî berdewambin.

Bi vê yekê, HEZKURDê bi pêşengiya Berdevkê HEZKURDê birêz Barij Celalî, Berpirsê Peywendiyên Dîplomatîk birêz Fethûllah Elçî û xebatkarên HEZKURDÊ di 14, 15 û 16ê Avrêlê da, li gel PAK, Hereketa Azadî, PSK, PÎA, KKP, HAK-PAR, CNK, HDP, HUDAPARê ji bo pêşeroja Zimanê Kurdî hevdîtinên fermî pêk anîn.

Di van hevdîtinan da, li ser dahatûya Zimanê Kurdî hemî aliyan bê nakokî nêrînên me pejirand in û bi şêweyekî zelal xebat, bername û armancên xwe yên ji bo zimên, bi me ra parvekirin.

Her wiha HEZKURDê di hevdîtinên xwe yên li gel HDP û HUDAPARê da, sê daxwaz ji rêveberiya her du partiyan xwestin.

Me weke HEZKURDê ji bo pêşveçûn û pêşeroja Zimanê Kurdî ji HDPê xwest ku,

1-Li Bakurê Kurdistanê, divê hemî kadroyên we bi Kurdî(Kurmancî, Zazakî) bizanibin. Di jibartina kadroyan da, divê şertê yekem zanîna Zimanê Kurdî be da ku ji bo Miletê Kurd karibin xizmetê bikin. Yên ku bi Kurdî nizanin, divê ji bo kadro neyên jibartin.

2-Divê zimanê hemî xebatên HDPê yê sereke bi Kurdî be ne ku bi Tirkî.

3-HDP çawa ku bi şêweyekî girseyî û berfireh ji bo Newrozê, 1ê Gulanê, 8ê Adarê mîtîngan li dar dixe, divê ji bo Zimanê Kurdî jî her sal di 15ê Gulanê da (ji bo Cejna Zimanê Kurdî) xebatên girseyî li hemî bajarên Kurdan pêk bîne. Da ku hişmendiya zimên di nava gel da bildin bibe.

Û rêvebirîya HDPê jî ev 3 daxwazan bi avayêkî erênî pêşwazî kirin û not girtin da ku bigihînin navenda HDPê.

Dîsa me weke HEZKURD ji bo pêşveçûn û pêşeroja Zimanê Kurdî ji HUDAPARê xwest ku,

1-Li Bakurê Kurdistanê, divê hemî kadroyên we bi Kurdî(Kurmancî, Zazakî) bizanibin. Di jibartina kadroyan da, divê şertê yekem zanîna Zimanê Kurdî be da ku ji bo Miletê Kurd karibin xizmetê bikin. Yên ku bi Kurdî nizanin, divê ji bo kadro neyên jibartin.

2-Divê zimanê hemî xebatên HUDAPARê yê sereke bi Kurdî be ne ku bi Tirkî.

3-HUDAPAR çawa ku bi şêweyekî girseyî û berfireh ji bo Mewlûda Rojbûyîna Hz. Mihemed, ji bo protestokirina Îsraîlê ya li Qudsê mîtînga li dar dixe, divê ji bo Zimanê Kurdî jî her sal di 15ê Gulanê da (ji bo Cejna Zimanê Kurdî) xebatên girseyî li hemî bajarên Kurdan pêk bîne. Da ku hişmendiya zimên di nava gel da bildin bibe.

Û rêvebirîya HUDAPARê jî ev 3 daxwazên me bi şêweyekî erênî pêşwazî kir û not girtin da ku bigihînin navenda HUDAPARê.

Bi vê mebestê, em weke rêveberîya HEZKURDê spasiya hemî partiyan PAK, PSK, PÎA, HAK-PAR, KKP, HDP, HUDAPAR û her du tevgeran (Hereketa Azadî, Ciwanên Netewî yên Kurdistanî) dikin ku derê xwe ji me ra vekirin û bi avayêkî gelekî baş, maqûl û erênî em pêşwazî kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 943 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:16:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x