Hêmin Hewramî: Îsal referandûm tê kirin

Alîkarê Serok Barzanî Hêmin Hewramî ragihand, referandûm îsal tê kirin. Hewramî referandûm û serxwebûn bi mafê gelê Kurd dizane û axaftinên ku dibêjin “Niha dema referandûmê ye” red dike, herwiha daxwaza alîkariya aliyên siyasî jî dike.

24.04.2017, Pts - 14:30

Hêmin Hewramî: Îsal referandûm tê kirin
Nuçe Belav bike

Alîkarê Serok Barzanî Hêmin Hewramî di hevdîtinekê ligel ajansa “Andulu” de ragihand, Herêma Kurdistanê rijd e li ser wê yekê ku îsal referandûmê bike, hemû hewlên xwe jî dikin bo encamdana vê proseyê.

Her di vê çarçovê de Hêmin Hewramî got: “Encamdana referandûmê mafê rewa ya gelê me ye” û gelê Kurd jî dilniya dikin ku îsal referandûmê tê kirin û bi proseyeke çarenivîsî binav kir.

Di beşeke din de Hewramî amaje bi wê da, encamdana referandûmê di îsal de, biryara serkirdayetiya siyasî ya Kurd û biryara Serokê Herêma Kurdistanê ye.

Her derbarê vê pirsê de, Hewramî daxwaz ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku, hevkar bin û bi hev re vê gavê bavêjin, ji ber ku ev pirsa encamdana referandûm û serxwebûnê pirseke netewî û niştimanî ye.

Hewramî di bersiva gotina “Rewş ne guncaw e bo encamdana referandûmê” de got: “Reng e ji me re bibêjin ku rewşa darayî ya herêmê bo encamdana referandûmê ne bar e û nava mala Kurdî ne yekxistî ye. Reng e bibêjin Herêma Kurdistanê piştî dewletbûnê nikare xwe birêve bibe. Lê pirs ew e, ewên dixwazin referandûm û serxwebûnê bi derengî bikeve, bila baweriyê ji me re çê bike, ka kengî dema serxwebûn û referandûmê ye. Kî dikare me bigihîne wê baweriyê ku niha ne dema vê pirsa neteweyî ye?”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1325 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:03:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x